Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê birî

  • 12:03 17 Adar 2022
  • Hiqûq
 
AMED - 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylu ya 79 salî hat birîn. 
 
Dayika Aştiyê Meryem Soylû (79) ji lêpirsîna li ser Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî, Alîkarî û Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) tê darizandin. Di danişîna doza Soylû de biryar derket. Danişîna 4’emîn a doza Soylû ya ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” negirtî dihat darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Meryem beşdar nebû û Muhîttîn Muguç di danişînê de amade bû. 
  
Şandeya dadgehê ya ku hatibû guhertin, zabitên danişîna berê xwend û danişînê dest pê kir. Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir. Dozger îdia kir ku Meryem a endam û rêvebera MEBYA-DER’ê ye di nava xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku hatibû girtin de wek “kadro” xebitî ye. Her wiha dozger beşdariya Meryem a şînên endamê PKK’ê û daxuyaniyan jî wek “sûc” dît. Dozger xwest ji ber sûcê “endamtiya rêxistinê” Meryem were cezakirin. 
 
Parêzer Muhîttîn Muguç îtîrazî mutalaya dozger kir û got tiştên ku dozger îdia dike tu delîlek wan di dosyeyê de nîne û tevlibûna daxuyaniyan a muwekîla wî di çarçoveya azadiya derbirînê de ye û xwest muwekîla wê were beraetkirin. 
 
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi piraniya dengan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Meryem birî. Dadgeha ku ceza birî fermana girtinê neda û biryar da ku di nava hefteyekê de îtîrazî hukmê hatiye dayîn bê kirin.