‘Mutalaya der barê peymanê de her tiştî nîşan dide’

  • 09:03 9 Adar 2022
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Gulcan Çelîk, mutalaya ku serdozgeriya Daniştayê der barê Peymana Stenbolê de daye nirxand û wiha vegot: "Ji roja ewil de wek me gotiye, biryara vekişandina Peymana Stenbolê di qanûnan de hukma wê tune ye. Mutalaya ku Serdozgeriya Komarê ya Daniştayê pêşkêş kiriye jî vê rewşê nîşan dide. "
 
Ji Peymana Stenbolê di 20’ê Adara 2021’ê de bi biryarnameya serokomar hat vekişîn û di 1’ê Tîrmehê de jî bi awayekî fermî hat fehskirin.  Der barê peymanê de Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, li Daniştayê doza betalkirinê vekir. Serdozgeriya Daniştayê der barê dozê de di rojên borî de mutala da û got vekişîna peymanê li dijî hiqûqê ye. Parêzera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Gulcan Çelîk der barê mutalaya hatiye dayîn de nirxandin kir.
 
‘Mutalaya hatiye dayîn her tiştî nîşan dide’
 
Gulcanê bal kişand ser mutalaya ku Serdozgeriya Komarê ya Dandgeha Bilind daye û wiha daxuyand: “Me Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê li dijî vê dijhiqûqiyê serlêdan kiribû. Di encama vê serlêdanê de Serdozgeriya Komarê ya Dandgeha Bilind mutala da û ev mutala di alî dewleta hiqûqî de gelek bi hêvî ye. Ji roja ewil de me got ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê di qanûnan de hukma wê tune. Dandgeha Bilind jî di mutalaya ku daye de ev bi aşkera daniye holê.”
 
‘Divê meclîs di dewrê de be’
 
Gulcanê destnîşan kir ku Peymana Stenbolê wek peyamaneke navneteweyî li gorî 90’emîn xala Destûra Bingehîn li TBMM’ê bi qanûna ‘di cih de ye’ hatiye qebûlkirin û wiha vegot: “Qanûna hejmar 6251 ya ‘di cih de ye’ ya di 29’ê Mijdara 2011’ê de ketiye meriyetê hîna jî di meriyetê de ye. Di destûra bingehîn de, bi berfirehî der barê peymanên navneteweyî de ku çawa divê pêk bên sererastkirin hene. Der barê ku peyman çawa tên guherîn, çawa bi dawî dibe an jî ji meriyetê tê rakirin de rêbaz tune ne. Her wiha di alî rakirin, guhertin û bidawîkirina peymanan de divê rêgeza raye û usulê bê şopandin. Ji ber vê jî ger ku peymanek navneteweyî ji meriyetê bê rakirin divê bi kar û barê TBMM’ê bê kirin.”
 
‘Peymanên din jî di bin tehdîdê ne’
 
Gulcanê destnîşan kir ku Peymana Stenbolê tenê bi îmzeya serokomarê AKP’ê hatiye rakirin û ev nirxandin kir: “Li gorî Destûra Bingehîn, peymanên mafê mirovan di ser qanûnan re ne û mixabin bêyî ku pêşkêşî meclîsê bê kirin bi yek îmzeyekê hat rakirin. Ev rewş tê wateya tunekirina îradeya gel. Her wiha  tê wateya ku peymanên navneteweyî yên din jî di bin tehdîdê de ne.”
 
‘Kontrola qanûnê bi giştî siyasî ye’
 
Gulcanê axaftina xwe wiha domand: “Peymanên navneteweyî bi prensîb di ser qanûnan re ne. Lê ev kontrola qanûnî bi giştî siyasî ye û şopandina pêkhatina wê mijareke civakî ye. Li dijî vekişîna Peymana Stenbolê gelek baro û saziyên jinan ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Bilind dan.Tevî ku gelek serlêdan hatibin redkirin jî biryara ku niha Dadgeha Bilind ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye gelek bi hêvî ye. Yek ji van serlêdanan jî ya Komeleya Jinan a Rosa bû.”
 
‘Li dijî hiqûqê ye’
 
Gulcanê bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind û got serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di serlêdana Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê de mutala da û destnîşan kir ku biryara vekişîna ji Peymana Stnebolê li dijî hiqûqê ye.
 
Em ê têkoşîna xwe bidomînin
 
Gulcanê wiha dawî lê anî: “Vekişîna Peymana Stenbolê li dijî destûra bingehîn e. Em ê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Ji bo peymanên navneteweyî bêyî kêmasî pêk bên û bikevin jiyanê, em ê şopdarê mijarê bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”