Tevlibûna daxuyaniyan bû hinceta endamtiya rêxistina çekdarî

  • 09:11 21 Sibat 2022
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Di biryara der barê cezayê li  Dayika Aştiyê Makbule Ozbek hatiye birîn de, tevlibûna daxuyaniyên çapemeniyê sûc hat hesibandin. Di biryarê de wiha hat gotin: “Çalakiyên gumanbarê nîşan daye û biryara ku ev çalakî gihiştine asta endamtiya rêxistina çekdarî, hatiye dayîn.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) meşandiye de di 29’ê Hezîrana 2020’î de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ Dayika Aştiyê Makbule Ozbek hat girtin û di girtîgehê de ji ber krîza dil derbas kir, li ser serlêdana parêzerên wê di 5’ê îlona 2020’î de hat berdan. Rûniştina biryarê ya Makbule Ozbek a 72 salî di 2’ê Kanûna 2021’ê de li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.
 
Biryara bi hincet ya dadgehê ya der barê  7 sal û 6 meh cezayê hatiye dayîn hat aşkerakirin. Di biryarê de hat dîtin ku sûcdarî jêke, kopî bike, pêve bike ye û her wiha daxuyaniyên çapemeniyê yên ku destûra walitiyê heye jî sûc hatin hesibandin.
 
Pankartên daxuyaniyan bûn delîl 
 
Di biryarê de hat gotin ku Makbule bangên çalakiya rêxistinê esas girtiye û xwedî li çalakiya birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven derketiye. Her wiha hat îfadekirin Makbule tevlî daxuyaniyên der barê girtîgehan de bûye.
 
Sûcê endamtiya rêxistina çekdarî
 
Ligel vê hat gotin ku Makbule di 2019’an de tevli bernameya ‘Nasandina Namzetên Hevşaredarên Jin ên HDP’ê’ bûye, pankartên di daxuyaniyê de jî ‘delîlên sûc’ hatin hesibandin. Di biryarê de wiha hat gotin: “Çalakiyên gumanbarê nîşan daye û ji ber vê çalakî gihiştine asta endamtiya rêxistina çekdarî. Gumanbarê di parastina xwe de îfade kiriye endamtiya wê ya KCD’ê tune ye, sê sal in tevli platforma Dayikên Aştiyê ya Amedê bûye, dem bi dem tevli daxuyanî û civînan bûye, carek du caran ji bo temaşekirina kongreyê hatiye dawetkirin, ji ber vê çûye û merciya wê tune ye, tevli çalakiyan nebûye. Di encama tespîtên hatine kirin de gumanbar di faliyetên cuda de cih girtiye, ji sûcê endamtiya rêxistina çekdarî biryara cezakirina wê hatiye dayîn.”