Di doza Ozgurlukçu Demokrasiyê de wê mutala be amadekirin

  • 13:13 17 Sibat 2022
  • Hiqûq
STENBOL - Di doza 6 rojnamegerên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hatibû girtin de dadgehê xwest mutala bê amadekirin. 
 
Danişîna doza derbarê 6 rojnamegerên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hatibû girtin ji nû dest pê kir li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnameger tevlî danişînê nebûn û parêzer Ozcan Kiliç lê amade bû. Parêzer Ozcan, daxwaz kir biryara qedexekirina derketina derveyî welat a rojnamegeran bê rakirin. Heyeta dadgehê jî biryara xwe ya navberê aşkera kir û daxwaza Ozcan red kir. Her wiha heyeta dadgehê daxwaz kir ku dozger doznameyê amade bike û danişîn taloqî 7'ê Nîsanê kir.