Sevil Rojbin Çetin nehat tehliyekirin

  • 11:16 17 Sibat 2022
  • Hiqûq
 
WAN - Rûniştina doza Aktivîsta TJA'yê û endama Lijneya Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê Sevil Rojbin Çetin jê dihat darizandin bi hinceta "şahidên nepen" ne amade ne hat taloqkirin. 
 
Rûniştina doza Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevil Rojbin Çetin a bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojbînê bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBIS) ji Girtîgeha Jinê ya Amedê beşdarî rûniştinê bû. Parêzer û malbata Rojbînê beşdarî rûniştinê bûn. Her wiha parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û Hevseroka Şaredariya Tuşbayê ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin Ayşe Minaz û aktivîstên TJA'yê beşdarî rûniştinê bûn.
 
Di rûniştina bi eşkerekirina nasnameyê dest pê kir de Rojbinê îfadeyên xwe dubare kir û parêzeran xwestin Rojbinê demildest tehliye bibe.
 
Rûniştin bi hinceta "şahidên nepen" ne amade ne taloqî 12'ê Gulanê hat kirin.