‘Te bi şaşî zêde ceza biriye’

  • 09:06 14 Sibat 2022
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Îstînafê 11 sal û mehek cezayê li Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen hatibû birîn daxist 7 sal û nivan. Dadgehê di biryara xwe de cih da van îfadeyan “Li gorî giraniya faliyeta hatiye kirin divê li gorî hakaniyetê ceza bihata birîn,  lê di dereceya teşdîdê de zêde cezaya hatiye birîn.”
 
Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen bi hinceta dema Seroka SES a Amedê bûye û tevlî çalakî û bernameyên sendîkayê bûye û delegeya KCD’ê ye, bi îdiaya endamtiya rêxistinê doz lê hat vekirin. Di runiştina 14’ê Nîsana 202'ê de 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê 11 sal û mehek ceza da Hulyayê.
 
Wê bibin dadgeha bilind
 
Parêzerê Hulyayê, Şeyhmus Bayhan der barê cezayê hatiy dayîn de li Dadgeha Edliya Herêmî îtîraz kir.  9’emîn Daîreya Cezayê ya Amedê îtîraz qebûl kir û ceza daxist 7 sal û nivan.  Parêzer Şeyhmus Bayhan da zanîn ku ew vê biryarê qebûl nakin û wê bibin dadgeha bilind.
 
Dadgehê di biryara ku da de di dosyayê de wek delîl; parastina Hulyayê, biryarên dadgehê yên der barê komkirina delîlan de, belge û daneyê dijîtal yên hatine bidestxistin, girtek û rapor, lêkolînên çavkaniyan, qeydên axaftinê yên KCD’ê, qeydên bernameyên çalakiyan, girtekên tespîtkirî yên dîmenan, girtekên cihê bûyerê û wêne, raporên ATK’ê, qeyda nifûs û sabiqeyê, cih girtin.