Di doza Kobanê de şahidê nû ABC123

  • 09:04 14 Sibat 2022
  • Hiqûq
 
Oznur Deger
 
ENEQERE - Bi koda ABC123 şahidê nû li dosya Kobanê hat zêdekirin û şahid got ji 104 kesên ji dosyayê tên darizandin 41 kesî qet nas nake û hinekan jî li ser gotinan nas dike. Her wiha îdia kir ku ji 108 kesî 10 ket têkiliya wan bi bûyerên Kobanê heye.
 
Doza Kobanê ya hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, endamên MYK HDP’ê û hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî têde 108 kes jê tên darizandin,  di roja 7’emîn a runiştina 9’emîn de îfadeya şahidê veşarî yê bi koda ABC123 li dosyayê hat zêdekirin.
 
Îfadeya şahid di runiştina 10’ê Sibatê de ji aliyê serokê dadgehê ve hat guhdarkirin û piştre di runiştinê de hat xwendin û li dosyayê hat zêdekirin. Hat îdiakirin ku îtîrafkar ABC123 serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye û ji ber serlêdana wî der barê Doza Kobanê de bûye, ew şandine 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eneqreyê ya li doza Kobanê dinêre.
 
19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê di encama ku xwe negîhand şahidê veşarî yê di dosyayê de cih digirt Mercek,  ji bo şahidê nû yê li dosyaye hatiye zêde kirin jî bi fikar bûye û ji ber vê jî bi sifata şahidê veşarî îtîrafkar hatiye guhdarkirin û biryara koda ‘ABC123’ danê. Her wiha tevî hemû serlêdan û muzakreyan Mercek nehatiye dîtin û agahiyek jî jê nehatiye girtin  û ev jî nîşan dide ku şahidekî wisa di rastiyê de tune ye.
 
Gelo ABC123 jî wek ‘Mercek e’
 
Ji ber ku îtîrafkar ABC123 di dadgehê de nehat guhdarkirin, biryara der barê şahid de wiha hatiye dayîn, bêguman îhtîmala ku  ABC123 jî wek şahidê veşarî Mercek e, tîne hişê mirovan.
 
Îfadeya îtîrafkar, 8 rupel e
 
8 rupel îfadeya îtîrafkar yê ji aliyê dadgehê ve hat guhdakirin li dosyayê hat zêdekirin û nayê zanîn ku ji bilî vê îfadeyê tiştekî din heye an na.
 
108 kesên tên darizandin ji îtîrafkar hatin pirsîn
 
Hat îdia kirin ku îtîrafkarê veşarî ABC123 bi daxwaza xwe çûye Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Ji aliyê Dadgehê ve jî wêneyên 108 kesên ji doza Kobanê tên darizandin, bi armana teşhîskirinê nîşanê îtîrafkar dane.  Tê diyar kirin ku îtîrafkar hinekan qet nas nake û hinekan jî ji çapemeniyê nas dike.
 
41 kesî nas nake
 
Îtîrafkar ABC123 dibêje ku ji 108 kesî 19 heban qet nas nake, 11 heb nayê bîra wî, 3 kesên din jî nizane ka dîtiye an na, 8 kes qet nedîtine, tenê ji çapemenyê nas dike. Ev rewş jî derdixe holê ku îtîrafkar 41 kesî nas nake. Her wiha îtîrafkar diyar  dike ku ji 108 kesî tenê 10 kes têkiliya wan bi bûyerên Kobanê re heye.