Dadgerê Doza Kobanê di guhdarkirina miştekiyan de israr kir

  • 15:01 10 Sibat 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Danişîna 9’emîn a Doza Kobanê piştî navbera rojekê di roja 7’emîn de îro berdewam kir. Şandeya dadgehê di Doza Kobanê de bêyî ku parastinên siyasetmedaran bi dawî bibe derbasî îfadeyên miştekî bû û zextan li ser miştekiyan kir ku bibin gazinker. 
 
Danişîna 9’emîn a Doza Kobanê piştî navbera rojekê di roja 7’emîn de îro berdewam kir. Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û rêveberên navenda giştî yên HDP’ê jê tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîna ku 108 siyasetmedar jê tên darizandin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. Rêveber û parlamenterên HDP’ê danişînê dişopînin. Gelek parêzer jî di danişînê de amade ne. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê ne li eywana danişînê amade bûn û girtiyên li girtîgehên din in bi riya Pergla Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedaran hêcet nîşan da û beşdarî danişînê nebûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyan, ewraqên hatibûn hatin xwendin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz ji ber hêcet nîşan dabû, beşdarî danişînê nebû û diyar kiriye ku ew ê paşê parastina xwe berdewam bike. Serokê dadgehê diyar kir ku di vê rûniştinê de 3 miştekiyên li girtîgehê ne dê werin guhdarî kirin. 
  
Parêzer Veysî Eskî diyar kir ku bêyî ku parastina Bulent Parmaksiz bi dawî bibe girtin îfadeyên miştekî li dijî Qanûna Cezayê Dadgehê ye û xwest ev yek neyê kirin. Eskî xwestin miwekîlên wan werin berdan. Dadger daxwazê red kir. 
 
Parêzer Mavîş Aydin jî xwest niha îfadeyên miştekiyan neyê girtin. Dadger daxwaza wê jî red kir. 
  
Serokê dadgehê tevî biryara navberê ku ji berê ve hatiye danîn jî di guhdariya miştekiyan de israr kir û bertek nîşan parêer û siyasetmedaran da. Dadger daxwaza axaftina siyasetmedaran jî red kir û dest bi guhdariya miştekiyan kir. 
 
Pişt re jî îfadeyên Mustafa Akbulut ê li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T’yê tê ragirtin hat girtin û bi zextan ew bû gazinker. 
  
Selahattîn Demîrtaş ket navberê û pirs ji miştekî kir. Li ser pirsên Demîrtaş, miştekî Mustafa ji dest ji gotinên xwe berê berda û got ew ji kesên li eywanê amade ne gazinker e û ji yên wesayîtê qelibandine gazinker e. 
 
Melîk Dogan ê miştekî jî axivî û got ew kesî nas nake û ji kesî ne gazinker e. 
 
Serdar Îdîm ê miştekî jî îfadeyên wî hatin girtin û wî jî got ew ji kesî ne gazinker e. 
 
Herî dawî Kadîr Azman ê miştekî îfade da û ew jî ji kesî nebû gazinker. 
  
Piştî îfadeyên miştekiyan Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel axivîn û diyar kirin ku ji bo ku miştekî bibin gazinker her cûre lîstik tên kirin û li ser wan îdiayên bêbingeh hene û ew ne li benda edaleta darazek wiha ne. Sebahat da zanîn ku wê rojek edalet ji darazê û îktidarê re jî lazim were.