Rojnameger Rûken Demîr beraet kir

  • 13:51 9 Sibat 2022
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Rojnameger Rûken Demîr a ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê bi îdaya "endamtiya rêxisitnê" hat darizandin ji ber  delîlên kêm beraet kir.
 
Daneşîna biryarê ya doza ku nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Rûken Demîr jê bi îdaya "endamtiyar rêxistinê" dihat dariznadin li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Rûken û parêzerê  xwe Zafer Încîn li daneşînê amade bûn.
 
Heyeta dadgehê piştî parastina ku guhdar kir, ji ber delîlên kêm derabrê Rûkenê de biryara beraetê da.