Li Leyla Guven 11 roj cezayê hucreyê birîn

  • 14:14 8 Sibat 2022
  • Hiqûq
 
AMED - Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê ku gardiyanê Leyla  Guven tehdît kir ji nedîtî ve hat, bi hineta , "Heqaret li karmendê dewletê kiriye" 11 roj cezayê hucreyê birî. 
 
Keça Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Sabîha Temîzkan ji bo ku dayika xwe bibîne di 11 çileyê de çûbû hedîdtina dayika xwe. Sabîha rewşa dayika xwe li ser medya dijîtal parve kir û gotibû ku dayika wê hatiye tehdîtkirin. 
 
Sabîha axafitnên dayika xwe li ser medya dijîtal parve kirin û got,"Min bi dayika xwe Leyla Guven re hevdîtin kir. Dayika min got dema ku ew birine aşiyê ji ber destê wê di berîka wê de bûye ji aliyê qerdiyanekî ve hatiye tehdîtkirin. Dayika min jî ji ber vê tehdîda ku ji aliyê kamerayan ve jî hatiye tehdîtkirin got ku ew ê gilî li qardiyan bike."
 
Ji ber heqareta li karmendê dewletê ceza
 
Lijneya Dîsîplînê ya Muduriyetaa Girtîgeha Xerpêtê  ku tehdîda qardiyan a li Leylayê  ji nedîtî ve hat bi îdaya "Heqaret li karmendê dewletê kiriye" 11 roj cezayê dîsîplînê li Leyla Guven birî.