Doza Kobanê bi parastinan didome

  • 14:08 3 Sibat 2022
  • Hiqûq

ENQERE - Nehemîn rûniştina doza Kobanê bi parastinan dewam kir. 

Li Enqereyê, 9'emîn rûniştina Doza Kobanê di roja 3'yemîn de li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatiye avakirin, dest pê kir. Parlamenterên HDP'ê Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç, endamên MYK'a HDP'ê, endam û rêveberên HDP'a Enqereyê û gelek kes tevlî rûniştinê bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Hin siyasetmedar hî hincet nîşan dan û tevlî rûniştinê nebûn. 
 
Ji ber ku di rûniştina beriya niha de parlamenterên AKP'ê li eywana danişînê wêne kişandibûn û ev bûbû sedema bertekan, heyeta dadgehê hişyarî kir ku li eywana danişînê qeydkirina deng û girtina wêneyan qedexe ye. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan rûniştina dest pê kir û Endamê berê yê MYK'a HDP'ê Bulent Parmaksiz, li cihê ku lê mabû dest bi parastina xwe kir. Bulent, di parastina xwe de nirxandinên siyasî kir û ev tişt got: "Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe. Azadî jî û felsefe jî bi teoriyê bi pêş nakeve."
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da rûniştinê. 

Etîketan:

kobanê doz