Dê derbarê parêzera Abdullah Ocalan de mutala bê amedekirin

  • 11:18 2 Sibat 2022
  • Hiqûq
AMED - Dê derbarê ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal a bi çarçoveya lêpirsîna KCD'ê doz lê hatiye vekirin de mutala bê amadekirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" doz li parêzera ji Buroy Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal hatibû vekirin. 4'emîn rûniştina Newrozê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rûniştin bêyî ku li hêviya parêzeran bê hiştin hat dîtin. 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku ji bo ji bo meqama îddiayê mutalayê amade bike dosyayê bişînin. 
 
Rûniştin taloqî 27'ê Gulanê hat kirin.