Rûniştina endama TJA'yê Ceylan Aslan hat taloqkirin

  • 10:37 2 Sibat 2022
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina endama TJA'yê Ceylan Aslan a hat dîtin taloqî meha gulanê hat kirin. 
 
3'yemîn rûniştina doza aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ceylan Aslan bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" jê tê darizandin li 11'emîn Cezayê Dadgeha Giran a Amedê hat dîtin. Ceylanê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê wê Burhan Arta li rûniştinê amade bû. 
 
Di rûniştinê de meqama îddiayê û parêzer daxwaz kirin ku hisûsên kêm bên temamkirin. 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku li hêviya metaryelên dîjîtal bên sekinandin û rûniştin taloqî 18'ê Gulanê hat kirin.