AYM’ê girtina Fîgen Yuksekdag 'bipîvan' dît

  • 14:44 1 Sibat 2022
  • Hiqûq
ENQERE - AYM'ê, tedbîra girtinê ya 3 sal û mehekê ya ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku didome "bipîvan" dît û biryar da ku mafê azadî û ewlehiyê yê Fîgenê nehatine binpêkirin. 
 
Ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di 26’ê sibata 2021’an de li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdan hatibû kirin. Parêzerên Fîgenê, bi binpêkirina mafên azadî û ewlehiyê yên mîna “Tevdîra girtinê ya ne hiqûqî" , "Derbaskirina dema maqûl a girtinê" , "Nelêkolînkirina girtinê, bersiv nedayîna demeke dirêj a daxwazên berdan û îtîrazên ji bo girtinê" û "lêkolînkirina girtinê ya bêyî derxistina dadgehê" serî li AYM'ê dabûn.  Dadgehê ji bo serlêdanê biryara xwe da û ev tişt weke binpêkirin qebûl nekir. 
 
AYM'ê tevdîra girtinê ya 3 sal û mehekê ya Fîgen Yuksekdag jî "bipîvan" dît