Doza Kobanê: Em ê serî netewînin

  • 14:28 1 Sibat 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Danişîna 9’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike. Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz diyar kir ku ew ê serî netewînin. 
 
Danişîna 9'emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye tê birêvebirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin. Parlamenterê AKP’ê yê Hatayê Huseyîn Şanverdî jî di danişînê de cih girt. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên girtin li eywana danişînê amade bûn, siyaestmedarên li girtîgehên cuda jî tên girtin bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Ayla Akat Ata, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Gulser Yildirim hêcet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn. 
 
'Em ê serî netewînin'
 
Danişînê duh bi parastina Endamê MYK’a HDP’ê Bulent Parmaksiz dest pê kiribû û îro danê sibehê jî berdewam kir. Bulent diyar kir ku heyama wan heyama bi hêzbûn û bilindbûna sosyalîzmê ye û got: “Ji sala 1917’an ve tu tiştekî moralê me xera nekir. Hûn dixwazin 38 caran cezayê muebeta giran bidin û bidarizînin. Ferq nake. 38 canê min hebin ez ê bikim qurbanê nirxên li ser vê axê. Li dijî berxwedêran kîndar in. Lê wê berxwedêr serê xwe ji we re netewînin. Soyalîzm liv î welatî bîrdoziyek biyanî nîne. Jiyana bi hev re di dîroka me hemûyan de heye. Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere.” 
 
Şandeya dadgehê navbera nîvro da danişînê û pişt re dê berdewam bike. 

Etîketan:

kobanê doz