‘Bi polîtîkayên bêcezahiştinê kuştina jinan rewa dikin’

  • 09:16 28 Çile 2022
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Endama Desteya Rêveber a Baroya Mêrdînê Rûşen Bîngul Bînbaş derbarê rûniştina ewil a doza Serkan Ozgun ku li Midyadê jina êzidî Baran Hasan Rasho qetil kiribû dihat darizandin axivî. Rûşenê destnîşan kir ku xwestin cînayetê wekî bûyerek hesûdiyê ye bi encam bikin û anî ziman ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê kuştina jinan rewa dikin.
 
Mêrê bi navê Serkan Ozgun li taxa Ebşî ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê di 6'ê tebaxê de jina êzidî Baran Hasan Rasho qetil kiribû. Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve derbarê vê bûyerê de hatibû destpêkirin bi dawî bû û bi sûcdariya "kuştina qestî" derbarê Serkan Ozgun de îdaname hat amadekirin. Danişîna yekemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê hat dîtin. Heyeta dadgehê, piştî parastinên ku hatin kirin biryar da ku telefona Rasho bê lêkolînkirin û danişîn taloqî 7'ê nîsanê kir. Endama Desteya Rêveber a Baroya Mêrdînê Rûşen Bîngul Bînbaş derbarê rûniştinê de axivî.
 
‘Xwestin cînayetê wekî bûyera hesûdiyê bi encam bikin’
 
Rûşen, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bersûc û wekîlên wî xwestine cînayetê wekî bûyerek hesûdiyê bi encam bikin.  Rûşen, got: “Bersûc di parastina xwe de  îdia kir ku wî ji ber hesûdî kiriye û bi nexsweşiya şîzofreniyê ye û ji ber  vê ev cînayet pêk. Her wiha parêzêrên wî jî heman parastinê kirin û anîn ziman ku bi hemû ferden malbatê re nexweşîna bîpolar û şîzofreniyê heye. Parezerên bersûc di rûniştinê de daxistina ceza ya ji ber teşfîkkirinê ya neheq daxwaz kirin û wekî ku cînayet bûyerke hesûdiyê be şîrove kirin.  Her wiha di parastina xwe de îda kirin ku şantaj û gefxwarin jî heye.”
 
'Me ji bo bersûc cezayê herî giran xwest'
 
Rûşen, anî ziman ku dadgehê daxwaza parêzerên bersûc a berdanê red kiriye, daxwaza ji nû ve lêkolîna telefona Baran ya ku hate qetîlkirin qebûl kir û wiha axivî: “Dadgehê daxwaza mudaxeleyê ya Navenda Mafên Jinan a Baroyê jî red kir. Bêguman me li hemberê van parastinên neheq ji bo kujer cezaya herî giran daxwaz kir. Bavê Baranê jî li rûniştinê amade bû.  Lê parêzerên bersûc, ew daxwazên me, parastin û axaftinên bavê Baranê wek hestiyarî  rave kirin. Ew di heman demê de li dijî êş û nirxa malbatê bêhûrmetiyek bû.”
 
'Kujer xwe li pişt nexweşiyên zîhnî vedişêrin'
 
Rûşen, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiye û cîhanê her kujerên jinan xwe li pişt nexweşînên zîhnî vedişêrin û got: “Jinan bi hincetên cûrbecûr dikujin û di mehkemeyan de bi helwest û nêzîkatiyên xwe daxistina cezayê armanc dikin. Ew jî bi xwe re polîtîkayên bêcezahiştinê tîne. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî kuştina jinan rewa dikin. Me îro ew helwest di kuştina Baran Rasho de jî dît. Parêzêrên bersûc gelek biryarnameyên dadgeha bililind eleqeya wan bi naveroka bûyerê tune ye pêşkeşî dadgehê  kirin. Lê eleqya van biryarnameyan bi doza heyî tune bû.”
 
‘Em ê şopdarê dozê bin’
 
Rûşen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kuştina jinan polîtîk e û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyê di cînayetên jinan de bersûc û parêzerên xwe hertim bi hincetên cûrbecûr heyeta dadgehê didin pişt xwe. Gelek  mînakên vê hene.   Dewlet li şuna ku pêşiya kuştina jinan bigire polîtîkayên bêcezahiştinê dike dewrê.  Kuştina jinan polîtîk e. Ji ber ku li dijî kuştina jinan tu lêpirsin û xebat nayê pêşxistin û gelek dozên kuştina jinan bêencam dimînin. Daraz di bedêla ceakirinê de hewl dide sedemên kuştinê rewa nîşan bide. Me ew mînak carek din li Mîdyatê di doza kujer Serhan Ozgun de dît. Em ê şopdarê dozê bin.”