Girtiya ji ber 'doza greva birçîbûnê' tê darizandin: Li holê sûc tune ye!

  • 16:15 27 Çile 2022
  • Hiqûq
ENQERE - Girtiya bi navê Mehtap Kiyar a ji ber ketibû greva birçîbûnê bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hatiye vekirin wiha got:"Li girtîgehê em bi sepandinên dijmirovî rû bi rû dimînin. Ji ber ez girtî me tu teşekeyekî bertekê yê wekî din tune bû ku li dijî vê yekê bidim nîşandan."
 
Derbarê girtiya bi navê Mehtap Kiyar a ji Girtîgeha Jinê ya Sîncanê sirgunî Girtîgeha Jinê ya Şakranê hatiye kirin de ji ber bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. 3'yemîn rûniştina dozê li 32'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Mehtapê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû û parêzera Mehtapê Çigdem Kozan li eywana rûniştinê amade bû. 
 
Mehtapê ya piştî eşkerekirina nasnameyê parastina xwe bi kurdî kir da zanîn ew bi tiştên dijmirovî rû bi rû tê hiştin û got ew li girtîgehê li dijî bêhiqûqiyê ketiye greva birçîbûnê. 
 
Mehtapê da zanîn ji heman dosyayê 3 hevalên wê berat kirine û wê jî daxwaza beratê kir. 
 
Meqama îddiyê mutalaya xwe ya ji bo cezakirina Mehtapê nû kir. Mehtapê ya derbarê mutalayê de axivî diyar kir ku wê mafê xwe yê demokratîk bi kar aniye û li holê sûc tune ye. 
 
Serokê dadgehê rûniştin taloqî 22'yê Adarê kir.