Parêzer Asli Arihan: Heta em dengê xwe bilind bikin em ê hebin

  • 09:07 25 Çile 2022
  • Hiqûq
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Seroka Navenda Gelîncîk a Baroya Enqereyê Asli Arihan diyar kir ku li dijî şîdetê serlêdanên merciyan girîngin û her ku ew dengê xwe bilind bikin wê hebin.
 
Piştî feshkirina peymana Stenbolê buyerên şîdetê zêde bûn û li gorî daneyên ajansa me kom kirine di 2021’ê de herî kêm 311 jin hatine qetilkirin 181 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane. Navenda Gelîncîk ya di 2’ê Nîsana 2011’an de ji aliyê Baroya Enqereyê ve hat amadekirin 10 sale xebatên der barê şîdeta li jinê de dimeşîne. Seroka Navendê parêzer Asli Arihan der barê xebatan de axivî.
 
Asliyê got ji roja navend hatiye avakirin li dijî şîdetê piştgiriya hiqûqî dide û di vê mijarê de serlêdanên digirin jî giranbûna rewşê ya di civakê de nîşan dide. Asliyê wiha got: “ Peymana Stenbolê hat rakirin. Di esasê de peymanên navneteweyî ye lê  di civakê de wek hiqûqî ye û di ser qanûnan re ye. Ji bo me wateya Peymana Stenbolê ev bû.  mafê daxwazkirina hewldanên der barê rakirina şîdetê bû. Qanûna hejmar 6284 jî di çarçoveya vê de ket jiyana me.
 
‘Beriya 6284 4320 hebû’
 
Asliyê daxuyakirin ku beriya Peymana Stenbolê jî xebatê qanûnî yên der barê şîdeta li jinê hebûne û di vî alî de Peymanê xebatên hatine meşandin zêdetir daye xuyakirin û got: “6284 didome. Divê jin dest ji vê fikrê berdin. ‘Ev êdî tune ye, di vê mijarê de biryar nayê dayîn’. Qanûna 6284 ranebûye. Di vî alî de serlêdan tên girtin. Ji xwe kerema xwe re dest ji serlêdanan bernedin. Serî li merciyên edlî bidin. Dest jê bernedin.”
 
‘Bêçare nemînin’
 
Asliyê balkişand ser nêrînên şaş yên di rayagiştî de û got ev dibe sedem ku mirov xwe bê ewlehî hîs dikin û wiha dirêjî dayê: “Di vî alî de yên şîdetê pêk tînin jî xwe di ewlehiyê de his dike. Yekane riya çareseriya vê agahiya rast û xwegîhandina agahiya rast e. Divê hiqûqnas û STK agahiyên rat bidin. li her bajarî qerkekol hene. serlêdanan digire. Ger ku ji we re bêjin ‘em nikarin bidin’ wê demê rayeya wan tune. ji xwe di alî hiqûqî de nikarin tiştekî bidin û ev nayê wateya ku nayê dayîn. Hun ê wisa bêjin ‘Derfetê min tune ye bi ewle biçim qerekola hun dibêjin.’ Dibe ku pereyê we jî tunebe. Dibe ku ewlehiya we tunebe. Hunê bêjin ‘Hun min bibin’.Ji bo hun biçin amîriya buroyê divê wesayît bê tesîskirin. Xwe bêçare hîs nekin.Li dijî şîdetê jin dikarin xwe bigihînin baroyê. Numareya navenda Gelîncik ‘444 43 06’ e. Jİn dikarin her saetê li vê numareyê bigerin. Ger hun li qerekolan pirsgirêkan dijîn em dikarin li her qerekolê bigerin. STK, Navendên jinan û navendên Alîkariya Edlî hene. Ji kerema xwe re xwe bigihînin van deran.”
 
‘Divê biryarên erênî bên parvekirin’
 
Asliyê balkişand ser biryarên erênî û got biqasî biryarên neyînî biryarên erênî jî divê bên parvekirin û wiha daxuyand: “Ger ku em dixwazin pêşî li şîdetê bigirin divê em biryarên erênî jî parve bikin. Sedema berdewamkirina şîdetê nêrîna ‘Ji xwe ez ceza nagirim. Ez bigirim jî wê hema derkevim.’ Lê yên cezayên cidî digirin jî hene. Dvê em jî bên zanîn. Divê bên bihistin. Divê feraset ali hember jinê ya ‘sûcdar tê dîtin’ û kalibên heyî bidawî bin. Divê ji ‘Sûcdaririna mexdur’ xilasî çêbibe.  Raste rast daxwazkirina maf gelek girînge. Daxwazên xwe li dadgeha malbatî bikin. Jinek l imin geriya got qerekol tiştekî nake tenê îfadeya wî girt û çû. Di vir de qerekol ji xwe tiştekî nake.  Jin dibêjin qey wê gumanbar li qerekolê bê girtin. Lê rayeya girtinê ne qerekol, dadgeha malbatî dide.”
 
‘Em her ku dengê xwe derxin em ê hebin’
 
Asliyê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Em her roj her saetê serlêdanan digirin. Em ji her derê Tirkiyeyê serlêdanê digirin. Carna jinên der barê destberdanê de serî li me didin hene. Em piştgiriya hiqûqî didin wan. Lê ya taybet hebûna xetekê ye. KADES’ê teqez daxînin.  KADES jiyanê xilas dike. Her ku em dengê xwe bilind bikin em ê hebin. Divê em li dijî şîdetê bêdeng nemînin. Em hewl didin piştgiriyê bidin jinan.”