‘Jin di navbera 100 û 500 TL de nefeqe digirin’

  • 09:04 24 Çile 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Parêzer Kubra Ekmen der barê nîqaşên nefeqeyê de ku li jinan xizaniyê ferz dike de axivî û got: “Mafê nefeqeyê li Tirkiyeyê ji aliyê komeke di bin navê ‘mexdurên nefeqeyê’ û mêrên nêzî desthilatdariyê ve, mijareke ku hatiye rojevê ye. Li Tirkiyeyê mexduriyetek wisa ne mijara gotinê ye. Em destur nadin qanûneke ku wê bi derewan bê derxistinê.”
 
Peymana Stenbolê di 20’ê Adara 2021’ê de biryarnameya serokomar hat feshkirin û piştî vê ‘mafê nefeqeyê’ hat nîqaşkirin.  Tê gotin ku wê di 6’emîn Pakêda Darazê ya li kulîsên meclîsê tê axaftinê de wê mafê nefeqeyê ji nû ve hedef bê girtin. Jinên di navbera şîdet û xizaniyê de neçarî tercihekê tên kirin, der barê mafê nefeqeyê de jî îtîrazên xwe li kolanan tînin ziman.
 
Ji parêzerê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Kubra Ekmen der barê mijarê de nirxandin kir û got: “Em ê destur nedin bi derewan qanûnan derxînin.”
 
‘Nefeqe yên mexdur dike bin parastinê’
 
Kubrayê destnîşan kir ku mafê nefeqeyê, aliyên di alî hêza aborî de ne wekhev in, ji pergala edeletê ya hevseng fêdeyê digirin û kesên bindest û dezavantaj dike bin parastinê. Kubrayê da zanîn ku di qanûnan de tiştekî wek ‘mafê nefeqeyê didin jinan’ ne mijara gotinê ye lê li Tirkiyeyê piranî ji bo jinan tê dayîn û wiha got: “Yên bindest û dezavantaj jin in. Piştî peymana Stenbolê hat feshkirin, ji ber nêzîkatî û gotinên giştî yên desthilatdariyê, gavên ku destkeftiyên jinan ji holê radikin hatin avêtin. Qanûna hejmar 6284 hîna di meriyetê de ye. Piştî rakirina Peymana Stenbolê em bi fikar bûn. Rewşa der barê nefeqeyê jî girêdayê vê ye.”
 
Kubrayê daxuyakirin ku 6’emîn Pakêta Darazê bi zelalî nayê nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Mafê nefeqeyê ji aliyê mêran nêzî desthilatdariyê û komek kêmar ve hat rojevê. Li Tirkiyeyê mexduriyetek wisa ne mijara gotinê ye. Li gorî lêkolînan ji 10 kesan 7 heb nefeqeya xizaniyê û îştîrakê wek neheqî an jî newekhevî nabîne. Lê  di vir de wek manîpulaasyonekê  nêrînên wekê ‘rojekê zewicandî dimîne bi salan nefeqeyê digire’ hene.”
 
‘Dixwazin bindest mexdur bikin’
 
Kubrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek tê îdiakirin di mijara nefeqeyê de mêr mexdur nînin. Di mijara nefeqeyê de yekane mexdur jin û zarokin. Di encama lêkolînên hatine kirin de li piranî jinan nefeqeya xizaniyê nehatiye barkirin. Gelek jin ji zewaca qedandine nefeqeya xizaniyê naxwazin. Ya jin dest jê berdidin yan jî dadgeh vê biryarê nadin. Bidin jî di navbera 100 û 500 de diguhere. Navbera vê jî 250 TL ye.”
 
‘Desthilatdarî ne xebata jinê ne jî dixwaze ji nefeqeyê fêdeyê bigire’
 
Kubrayê destnîşan kir ku bi têkoşîneke mezin a jinan destkeftî hatine bidexistin û jin naxwazin girêdayê mêrê ku dest jê berdane bin û wiha daxuyand: “Di tahsîlata nefeqeyê de jî pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Ger ku jin nefeqeyê negirin wê demê divê îstîhdama jinê bê afirandin, mafê mûçeyê wekhev pêk bê û kreşên zarokan ji aliyê dewletê ve bên vekirin. Desthilatdarî vê jî qebûl nake. Ne dixwazin ji nefeqeyê fêdeyê bigirin ne dixwazin jin bixebitin. Gelo kîjan hiqûq vê qebûl dike. Edelet li ku derê vê ye.”
 
‘Wê mahkumê şîdetê bikin’
 
Kubrayê bi lêv kir ku di vê krîzê de jin ji bo destberdanê gelek difikirin û wiha anî ziman: “Jinên pîşeya wan heye kar nabînin. Ji ber li malê liz arokan dinêrin, li malê dinêrin û naxebitin bi hêsanî vê biryarê nadin. Ger mafê nefeqeyê bê sînorkirin û zehmetkirin wê jin mahkumê şîdeta fîzîkî, aborî, psîkolojîk û yên din bên kirin. Wê pêşiya vê vebe. Li Tirkiyeyê nefeqeya xizaniyê wisa hêsan nayê dayîn.  Em ê vê mijara ku ji aliyê komekê ve hatiye rojevê, li her derê bînin ziman û nehêlin ku bi derewan qanûn bê derxistin.”