Li Mêrsînê jinek hat girtin

  • 16:48 21 Çile 2022
  • Hiqûq
 
MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji 4 kesên ku hatin binçavkirin Zîlan Kormaz bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin.
 
Li Mêrsînê di 10'ê Çileyê de bi ser malan de hatibû girtin û 4 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Edliyeya Mêrsîn. Ji 4 kesên ku bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê hatin kirin Zîlan Korkmaz bi îdaya "Endamtiya rêxisitnê" hat giritn.
 
3 kesên mayî, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.