Li endama MEBYA-DER'ê Yildiz Damla’ cezayê girtîgehê birîn

  • 12:09 17 Çile 2022
  • Hiqûq
AMED - Li endama MEBYA -DER'ê Yildiz Damla di daneşîna doza wê ya li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 3'yê Adara 2020'î de endama Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Yildiz Damla ya hatibû binçavkirin û serbest hatibû berdan derbarê wê de bi îdaya "endamtiya rêxisitnê" doz hat vekirin û daneşîna biryarê ya dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dtîin. Yildizê tevli daneşînê nebû lê parêzera wê Semra Balyan li daneşînê amde bû. 
 
Parêzer Semara Balyan a di daneşînê de axivî diyar kir ku ew parastina xwe ya berê kiriye dubere dike, di dosyayê de tu delîlê ku ipata endamtiya rêxistinê bike dtune ye û beraeta muwekîla xwe xwest.  
 
Ceza hat birîn
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da. Heyetê piştî navberê, îda kir ku Yildizê di dosyaysa xwe ya li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û di dosyaysa xwe ya li 10'emîn û 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê sûcê "endamtiya rêxistinê kiriye.
 
Heyeta dadgehê piştre bi îdaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Yildizê birî.