Danişîna doza Komkujiya Konyayê hat taloqkirin

  • 13:00 14 Çile 2022
  • Hiqûq
KONYA - Heyeta dadgehê danişîna doza Komkujiya Konyayê taloqê 11'ê sibatê kir. Di danişîna îro de kujerên nijarperest îfadeyên nakok dan û xizmên Malbata Dedeogûllari bi êrişa polîsan re rûbirû ma.
 
Di 12'yê gulana 2021'ê de malbatên Çalik û Keleş êriş biribûn ser Malbata Dedeogûllari ya ji Qersê û têkildarî vê komkujiya nijadperestî li hemberî 9 kesan bi sûcdariya "Hewldana kuştina mirovan bi zanebûn", "Birîndarkirina bi zanebûn" û "Binpêkirina destnedana avahiyê" doz hate vekirin. Rûniştina destpêkê ya dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê îro pêk hat. 
 
Yekane endamê Malbata Dedeogûllari Çetîn Dedeogûllari ku ji malbatê tenê ew maye, gelek xizmên malbatê, Alîkarê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, parlamenterên HDP'ê Mûrat Çepnî, Huda Kaya, Zeynel Ozen û rêveberên partiyê tevlî rûniştina dozê bûn. Di rûniştina dozê de ku gelek parêzer tevlî bûn û cihê dadgehê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
 
Di danişînê de ji ber ku xizmên Malbata Dedeogûllari bertek nîşanî gotinên kujeran da, bi êrişa polîsan re rûbirû man. Di dema êrişê de heyeta dadgehê ji salonê derket. Polîsan jî salon vala kirin.
 
Heyeta dadgehê biryara taloqkirina danişînê da û dozê taloqê 11'ê sibatê kir.