Doza Dedeogûllari: Polîsan êrişî malbatê kirin!

  • 12:47 14 Çile 2022
  • Hiqûq
 
KONYA - Di rûniştina doza Komkujiya Dedeogûllari de, kujerên nijarperest îfadeyên nakok dan. Polîsan jî êrişî xizmên Malbata Dedeogûllari kirin.
 
Di 12'yê gulana 2021'ê de malbatên Çalik û Keleş êriş biribûn ser Malbata Dedeogûllari ya ji Qersê û têkildarî vê komkujiya nijadperestî li hemberî 9 kesan bi sûcdariya "Hewldana kuştina mirovan bi zanebûn", "Birîndarkirina bi zanebûn" û "Binpêkirina destnedana avahiyê" doz hate vekirin. Rûniştina destpêkê ya dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê dest pê kir.
 
Yekane endamê Malbata Dedeogûllari Çetîn Dedeogûllari ku ji malbatê tenê ew maye, gelek xizmên malbatê, Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Çepnî, Huda Kaya, Zeynel Ozen û rêveberên partiyê tevlî rûniştina dozê bûn. Di rûniştina dozê de ku gelek parêzer tevlî bûn, balkêş bû ku du dozger lê bûn û cihê dadgehê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
 
Di çarçoveya dozê de ji bersûcên girtî Alî Keleş (Kurê Velî) û Lutfî Keleş ên girtî bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS), bersûcên negirtî Alî Çalik, Alî Keleş, Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Ramazan Çalik, Velîk Keleş û Yahya Çalik li salonê beşdarî rûniştinê bûn.
 
Di salonê de dema Alî Keleş, Lutfî Keleş û Yahya Çalik axivîn xizmên malbata Dedeogullari bertek nîşanda û ji wan re gotin "Derewan neke" û li ber rabû. Polîsan hewl dan malbatê asteng bike. Xizmên malbatê jî nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Hûn wan asteng nakin, lê me asteng dikin." 
 
Li ser vê yekê polîs bi ser xizmên malbatê ve çûn. Polîsan xizmên Malbata Dedeogûllari li erdê dirêj kirin û êriş kirin.
 
Di dema êrişê de heyet ji salonê derket. Polîsan salon vala kirin.