Ji bo doza Dedeogullari banga piştgiriyê: Têkoşîn dide qezenckirin

  • 09:08 13 Çile 2022
  • Hiqûq
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Ji parêzerên komkujiya Konyayê Ozum Vurgun banga beşdariya rûniştina yekem a êrişa nîjadperest kir û got:"Ew ê têkoşîna me ya hiqûqê bidome. Têkoşîna bi rêxistinkirî hêzê dide û dide qezenckirin."
 
Di 30'yê Tîrmehê de li navçeya Meramê 4 jê jin 7 kes ji malbata Dedeoglullari ya ji Qersê ji aliyê Mehmet Altun ve hatin qetilkirin. Berî ku malbata Dedeogullari bê qetilkirin di 12'ê Gulanê de endamên malbatên Keleş û Çalik êrişî malbatê kiribûn. Dê rûniştina êrişa nîjadperest a yekem sibehê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê bê dîtin. Piştî êrişa nîjadperest ji malbata Keleş û Çalik 6 kes hatin girtin lê belê ji xeynî Ali û Lutfi Keleş hemû bersûc li dû hevdu hatin berdan. 
 
Malbata Dedeogullari serî li hinek cihên berpirs dabû da ku bê parastin lê belê ji ber bergirî pêk nehatin loma hatin kuştin. Ji bo êrişa nîjadperest a 12'ê Gulanê iddianame hat amadekirin lê belê di nava îddianameyê de gotina êrişkaran a "Em ulkucu ne em ê we kurdan li vir venehewînin" cih negirt. 
 
Derbarê rûniştina êrişa nîjadperest a ewil de ji parêzerên dozê  Ozum Vurgun nirxandin kir. 
 
'Her du bûyer û dosya bi hev re têkildar in'
 
Ozumê da zanîn ku êrişa 12'ê Gulanê ji bo komkujiya Konyayê bingehek bû û wiha domand:"Malbata Dedeolullari di îfadeyên xwe de gotinên bersûcan ên nîjadperest bi caran aniye ziman. Girtekên di dosyayê de girîngî û talûkeya bûyerê radixîne pêş çavan. Yaşar Dedeogullari ê ku hat qetilkirin piştî êrişa 12'ê Gulanê de derbarê bûyerê de beşdarî bernameyeke nûçeyan bûbû. Li wir tîne ziman ku êrişeke nîjadperestî hatiye kirin. Em dizanin ev herdu bûyer û dosya bi hev re têkildar in û berdewamiya hevdu ne."
 
'Zihniyeta nîjadperest xwe ji polîtîkayên bêcezahiştinê xwedî dike'
 
Ozumê da zanîn ku wekî gelek bûyerên din tê xwestin bersûcên komkujiya Konyayê jî bê ceza bên hiştin û êrişa nîjadperest a li dijî Hakim Dal ê hat qetilkirin jî bi bîr xist û wiha lê zêde kir:"Êrişên nîjadperest ên li dijî Hakim Dal û Dedeogullari encama polîtîkayên bêcehiştinê, gotinên rayedaran ên nefretê yên li dijî gelê kurd e. Zihniyeta nîjadperest xwe ji polîtîkayên bêcezahiştinê xwedî dike. Ew komkujiya malbata Dedeogullari wê wekî wan bi encam nebe. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînin."
 
'Têkoşîn dide qezenckirin'
 
Ozumê da zanîn ku wekî Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ji bo du dosyayên cuda nêzî 30 parêzer wê parastinê bikin û wiha dawî lê anî:"Me bi rêk û pêk li ser dosyayê lêkolîn kir. Em bang li hemû baro, rêxistinên civaka sîvîl û hempîşeyên xwe dikin ku xwedî li doza malbata Dedeogullari derkevin û di warê têkoşîna hiqûqê de li gel me cih bigirin. Ew ê têkoşîna me ya hiqûqê bidome. Têkoşîna bi rêxistinkirî hêzê dide û dide qezenckirin."