Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest

  • 14:36 12 Çile 2022
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Dozger di mutalaya xwe ya pêşkêş kir de xwest rojnamevan Rûken Demîr were cezakirin. 
 
Rojnamevan Rûken Demîr bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin û danişîna 8’emîn a doza wê li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat lidarxistin.
 
Rûken, neçû danişînê û parêzerê wê bi tenê beşdar bû. Dozger mutalaya xwe ya derbarê dozê de eşkere kir û xwest Rûken were cezakirin. Dadgehê ji bo parastinê dem da Rûken û parêzer û danişînê taloqî 9’ê sibatê kir.