Parêzer Çîgdem Sevîmli: Dixwazin jin şûnde gavê bavêjin

  • 09:02 12 Çile 2022
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Çîgdem Sevîmlî bal kişand ser pirsgirêkên ku jin dijîn û da zanîn ku jinên şîdetê dibînin dama serî li hêzên ewlehiyê didin, bi zehmetiyan re tên rû hev û hewl didin wan şûnde vegerînin.
 
Piştî Peymana Stenbolê ji aliyê Serokomarê AKP’î Tayîp Erdogan ve hat feshkirin şûnde şîdeta li ser jinan zêde bû. Ev rewş nêzîkatiyên li qerekolan ên li hemberî jinan jî derdixe holê. Jinên şîdetê dibînin serî li qerekolan didin lê li wir bi pêkanînên navbeynkariyê re tên rû hev û hewl tê dayîn ku jin şûnde gavê bavêjin.  Herwiha giliyê jinan jî li ber çavan nayê girtin. Ev jî dibe sedema ku jin şûnde gavê bvêjin û jinan neçar dikin ku vegerin cihê lê şîdetê dibînin. Di encama vê de jin bi qetilkirinê re tên rû hev.
 
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, parêzer Çîgdem Sevîmlî, der barê pêkanînên li hemberî jinand de axivî.
 
‘Bandora hêzên ewlehiyê ya li ser gilîkirinê’
 
Çîgdemê destnîşan kir ku der barê şîdeta nav malbatê pir serlêdan li baroyê tên kirin û jin li dijî binpêkirina maf ewil serî li qerekolan didin. Çîgdemê wiha got: “Lê di nokteya lêgerîna edeletê ya jinan de travma duyem tê jiyîn. Jin bi helwestên ku baweriya bi edeletê têk dibe, tên rû hev. Di alî neyînî de bandorek mezin a qerekolan li ser jinan heye. Mînak di 2020’an de der barê mijarê de di mehekê de 5 jinên serî li me dan diyar kirin ku çûne qerekolên cuda lê serlêdana wan nehatiye qebûlkirin û ev jin bi pêkanînên nebaş re hatine rû hev. Jinekê diyar kir ku tevî şopa şîdetê li ser bedena wê hebûye jî qerekolê ew şandiye qerekola cihê lê îkamet dike. Yanî jina mexdur di navbera qerekolan de birine û anîne. Dema jinê xwe gîhand me, got tevî şopa lêdanê li ser bedena wê hebûye jî polîsan serlêdana wê qebûl nekirine. Me jî bi israr got rapora lêdanê bigire û wek delîl pêşkêş bike.”
 
‘Di pergala heyî de pirsgirêk hene’
 
Çîgdemê bi lêv kir ku ev  helwesta hêzên ewlehiyê ji berê de heye û ev tişt bi lêv kir: “Li qerekolan sererastkirinên heyî, pêkanînên bicihbûne û nêrîna zayenda civakî tune ye. Dema mirov li sererastkirinên heyî dinêrin, beriya biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê, sererastkirinên baş yên jin diparastin hebûn. Qanûna hejmar 6284 jî yek ji van bû. Sererastkiririnên TCK’ê de yên piştre hatin kirin di nokteya ku vê çareser bike de bû. Peymana Stenbolê ji bo her kesî ewlehî bû. Lê biryara vekişîna ji peymanê hat girtin. Hêzên ewlehiyê jixwe peyman pêk nedianîn. Lê piştî ku Peyman hat feshkirin rewş xerabtir bû. Di pergala heyî de li gorî berê valahiyek mezin heye.”
 
‘Jin neçar dimînin vegerin cihê şîdet li wan tê kirin’
 
Çîgdemê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tirkiye xwe di têkoşîna li hember şîdeta jinê de, di nokteyek girîng de dibîne. Lê ji pratîka wan diyar e ku ro bi roj şûnde vedigerin. Dosya jina bi navê Hatîce hebû. Gelek carî serî li qerekolê dide. Raporên wê hebûn, daxwazname hebûn. Hat gel me, me ji bo ewlehiya wê stargeh pêşniyar kir. Ji bo Fatma û keçên wê ne pirsgirêk bû, lê ji bo kurê wê yê di ser temenê 12 salî de bû pirsgirêk. Ji ber vê neçû stargehe.  Ji ber rewşên wisa jin neçar dimînin vegerin cihê şîdet li wan tê kirin. Hatîce jî ji ber vê neçû stargehê. Tehdîd û şîdeta gumanbar berdewam e. Me hemû delîl dan dozger. Me parastina ji nêzve xwest. Dozger got Walîtî vê biryarê dide divê jin serî lê bide. Me got Hatîce nikare ji malê derkeve û serlêdanê bike. li ser vê dozger got wê ew daxwaz bike. Lê ev daxwaz ji aliyê walîtiyê ve hat redkirin û gotibû bi hevkariya hêzên ewlehiyê bila Hatîce serî li  walîtiyê bide. Hatîce tevî xetereya wê ya jiyanê hebû ji malê derket. Li ser vê gumanbar diçe malê û êrîşê zarokekê dike. Dema mirov van li ber çavan bigirin, tê dîtin ku ewlehiya jinê li ber çavan nayê girtin.”
 
Pirsgirêka jinan wek pirsgirêk nayê dîtin
 
Çîgdemê her wiha destnîşan kir ku di mijarên wisa de dema der barê tiştên ku jin dijîn de serî li walîtî, emniyet an jî şaredariyê didin, bersiva red tê dayîn û got ya rast pirsgrirêka şîdet û zextê ya jin dijîn wek pirsgir nayê dîtin û ji ber vê jî çareserî ne pêkan e.
 
Ji DDB’ê ji bo jinan biryarên mînak
 
Çîgdemê wiha dawî lê anî: “Mehek berê li Îzmîrê li jinekê şîdet hatibû kirin û şo geş gilîkirinê biryara neşopandinê hatibû dayîn. Piştî wê serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) dan. DDB’ê der barê tiştên jiyaye de biryara binpêkirinê da û biryara hatiye dayîn di demên dawî de di mijara şîdeta li ser jinê de biryara herî baş bû. Dema mirov li biryarê dinêrin, tevî Peymana Stenbolê hatiye fesihkirin jî dayîna biryarek wisa gelek girîng e.”