Di doza rojnamegeran de şahid beşdarî tu rûniştinê nebû

  • 14:07 11 Çile 2022
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di doza rojnameger Sadiye Eser û Sadik Topaloglû de şahidê beyanên di eleyhê rojnamegeran de dabû tevî biryara dadgehê ya anîna bi zorê ev 6 danişînin beşdarî rûniştina dozê nabe.
 
Rûniştina 6'emîn a doza rojnameger Sadiye Eser û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Sadik Topaloglû bi îdiaya ku "endamên rêxistinê ne" tên darizandin, li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Sadiye û Sadik beşdarî rûniştinê nebûn û parêzerên wan Ozcan Kiliç û Siyabend Dunlayici amade bûn. 
 
Parêzer Ozcan Kiliç, diyar kir ku li gel ku ev 6 rûniştinên pêk tên jî şahidê ku derbarê muwekîlên wî de îfade daye neanîn danişînê û dadgehê lê guhdar nekiriye. Ozcan got dadgehê biryar da ku bi darê zorê wî bînin dozê lê belê ew her tim ji dayina îfadeyê direve û dosye hatiye wê astê ku were betalkirin. 
 
Parêzeran xwestin ku muwekîlên wan werin beraetkirin. Dadgehê xwest ku şahid bînin rûniştinê û sepana qedexeya derketina derve ya li ser Sadiye û Sadik jî dê berdewam bike û rûniştin taloqî 12'ê Gulanê kir.