Daneşîna doza Hevserok Sabuha Akdag hat taloqkirin

  • 13:22 11 Çile 2022
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Danişîna doza Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag taloqê 14'ê hezîranê hat kirin. 
 
Derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, Sabuha Akdag de bi îdîaya "Bi aşkere gel sewqî kîn û dijminantiyê kirin" doza hatibû vekirin û 1'emîn danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Silopiya Şinexê hat dîtîn. Doza ku bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir, Sabuha û parêzerên wê tevlî bûn. 
 
Sabuha, sûcê ku lê tê kirin qebûl nekir û got daxuyaniya ku di 16'ê tirmeha 2020'an de li Silopiyê hatiye dayîn derbarê tacîz, tecawiz û tundiya li hemberî jinê bû û ev tişt ne sûc e. Sabuha, bi bîr xist ku jin her roj bi tacîz, tecawiz û tecawizê re rûbirû dibînin û got: "Ji bo ku ev bûyer bi dawîbin min ev daxuyaniyê xwend. Li hemberê van êrîşan em ê bersiva herî hişk jî bidin. Li hemberî van êrîşan em jin nikarin bêdeng bibînin."
 
Sabuha, destnîşan kir ku gotinên wê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye û wiha dom kir: "Di holê de tiştek wek bi aşkere gel sewqî kîn û dijminantiyê bikin tuneye. Ez siyasetmedar im û ji ber vê yekê min di çarçoveya azadiya fikr û ramanê min daxuyanî da ye."
 
Heyeta dadgehê, bi hinceta kêmasiyên evrakan dozê taloqê 14'ê hezîranê kir.