Cezayê Zelal Bîlgîn hat erêkirin: Îstînafê beriya dadgehê biryar daye

  • 09:03 10 Çile 2022
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzera, aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn ku ji doza der barê wê de hatibû vekirin 9 sal ceza lê hatiye birîn, Sîdar Gumuş wiha got: “Îstînafê beriya dadgeh biryarê bide biryar daye. Îtîrazên me li ber çavan nehatine girtin û bi hevokên kalib  biryarek îstînafê hatiye dayîn.”
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de di 5’ê nîsana 2021’ê de hat binçavkirin û girtin. Doza Zelal Bîlgîn ya li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dihat dîtin, di 23’yê îlona 2021’ê de  biryara wê hat dayîn û 9 sal ceza li Zelalê hat birîn. Heyeta dadgehê cezayê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ da, hukmên daxistina ceza jî pêk neanîn.
 
Biryar bi pirdengiyê hat girtinû şerta muxalefeta endamekê ket biryarê. Endamê heyetê di şerha xwe de bibîr xist ku doza Zelalê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’  ji sê dosyayê hatine gel hev pêk tê û îdia kir ku  sûcê endamtiya rêxistinê sûcên temadiye û got divê Zelal sê caran ji endamtiya rêxistinê bê cezakirin.
 
Îstînafê serlêdan red kir
 
Parêzerên Zelalê biryar birin îstînafê û îtîraz kirin. Li ser îtîraza parêzeran, Duyemîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê, diyar kir ku hemû belge lêkolîn kirine. Dadgehê destnîşan ki rku biryara ku dadgeha herêmî daye, xwe dispêre delîlên baş û hiqûqî.
 
Parêzer Sîdar Gumuş der barê biryara hatiye dayîn de nirxandin kir û got piştî dosya çû îstînafê, di nava 30 rojî de biryar hatiye dayîn û wiha got: “Dadgeha îstînafê dosya sereke ya Zelalê yanî dosya KCD’ê bi 4 dosyayên din re kiriye yek. Ji bo 5 dosyayên ev biryar hatiye dayîn. Ev biryareke der asayî ye. Ji ber vê em dibêjin ku dosya nexwendine û biryar dane. Li gorî xala 217/1 a CMHK’ê li dadgehe neyê nîqaşkirin û lêpirsînkirin hukm esas nayê girtin.”
 
‘Beyî hincet red kir’
 
Sîdar got ku  ji destpêka darizandinê heta dawî  ger ku daxwaz bihata cih wê gelek delîl û sûcdarî bihatana rizandin û ev tişt bi lêv kir: “Lê dadgehê beyî hincet hemû daxwaz red kirin. Delîlên wek îfadeyên şahidê veşarî esas girtin. Ev di alî hiqûqî û mantiqî de nikare bê qebûlkirin. Me digot wê îstînaf vê xera bike. Lê  dadgeha îstînaf hemû daxwazên me piştguh kir û red kir. Em ê niha dosyaye biçin dadgeriyê. Îstînafê bi biryara da hiqûq qetil kir.”