‘Dixwazin wek bûyerek edlî lê binêrin’

  • 09:11 7 Çile 2022
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Arzu Kayaoglu der barê runiştina gumanbar Onur Gencer yê Denîz Poyraz qetil kir de axivî û da zanîn ku lêpirsîn û darizandinek adîlane nehatiye kirin û got: “Serokê dadgehê beriya wê biryar dabû.  Wekê ku bûyereke edlî ye nêrî.”
 
Di 17’ê Hezîrna 2021’ê de gumanbar Onur Gencer li hember HDP’a Îzmîrê êrîş pêk anî û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz qetil kiribû. yekemîn runiştina gumanbar di 29’ê Kanûnê de ji aliyê heyeta 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliya Îzmîrê ve li salona  13’emîn Dadgeha Cezya Giran  hat dîtin. Ji her çar aliyên welat parêzer, sendîka û rêxistinên civaka sivîl û jin tevlî runiştinê bûn. 
 
Yek ji parêzerên ku runiştin şopand, hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Arzu Kayaoglu bû. Arzuyê helwesta dadgehê rexne kir û banga tevlibûna runiştina duyem ya ku wê di 24’ê Çile de pêk bê, li rayagiştî kir.
 
Kêmasiyên di dosyayê de
 
Arzuyê bi lêv kir ku tevlibûna runiştinê divê hîn bêtir xurt be û got 350 parêzerî runiştin şopandiye û wiha berdewam kir: “Lêkolînên parêzerên Denîz Poyraz ji bo dosyayê girîngin. Di dema lêpirsînê de hema wisa bi ser re îfada çend kesî hatiye girtin lê diyar bû ku îfada van kesan bandora wê li ser dosyayê tune ye. Parêzeran ji roja ewil de mijarên girîng nîşan dan lê tevî vê xebatek nehat kirin. Ji bo van biryara redkirinê hatiye dayîn. Onur Gencer ji meha Nîsanê de qet neçûye ser kar. Lê tevî vê jiyanek luks jiyaye. Divê bê lêkolînkirin ku ev pere ji ku jê re hatiye. Dîmen hene ku mehek û nîvê li Mînbîçê maye. Divê der barê van dîmenan de lêpirsînek baş bihata meşandin. Lê nehat meşandin.”
 
‘Kujer dijûn li malbat kirin lê heyetê mudxele nekir' 
 
 Arzuyê got agahiya wan tunebû ku wê gumanbar bînin runiştinê an na û di vê mijarê de jî wiha got: “Di runiştinê de kesekî bi rûpûş di navbera du kesan de hebû. Lê me bawer nekir ew e. Ji ber ku kesekî ji sûcekî biçûk be jî li dora wî 10 leşker hene. Lê li dora vî gumanbarî du leşker hebûn. Me got ew nîne. Sedema wê jî birayê Denîzê yê girtî ji ber gilî kiribû anîbûn runiştinê. Me got ne ew e. Lê gumanbar bû. Her tim bi leşkeran re diaxivî û rûyê wî bi ken bû. Tevî dizanibûn runiştin wê qelebalix be jî gumanbar anîn salonê. Armanc ev bû runiştinê provoke bikin. Heyeta dadgehê di runiştinê de gelek rehet bû.  Kujer dijûn li malabta û xuşka Denîzê kirin, li malbatê mêze kir û keniya. Lê heyetê tu mudaxale nekir.”
 
‘Hewl didin wek dosyak edlî nîşan bidin’
 
Arzuyê got heyeta dadgehê wekê ku dosyayeke edliye nêz dibe û got serokê dadgehê berê biryar daye ku çawa lêpirsînê bimeşîne û ew jî dizanin ku ev dosya di rojekê de naqede. Arzuyê got der barê helwest û tevgera gumanbar a li dadgehê de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin lê der barê hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan de ji ber berteka nîşan daye, ji aliyê dozger ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.
 
 ‘Divê em ligel malbatê bin’
 
Arzuyê destnîşan kir ku runiştina duyem a gumanbar di 24’ê Çile de ye û bang kir ku divê tevlîbûn hîn bêtir xurt be û dosya bêxwedî neyê hiştin. Arzuyê got ji bo em nîşan bidin ku em ligel HDP, Denîz û malbata wê ne divê em tevlî runiştina wê bibin.