Parvekirina ji bo Denîz Poyraz bû sedema darizandinê

  • 11:56 6 Çile 2022
  • Hiqûq
WAN - Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Handan Karakoyun a ku parvekirina, "Îqtîdarê hedef nîşan da, xebatkar û rêhevala me ya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz hat qetilkirin" kir, derbarê wê de îdaname hat amadekirin û di 3'yê Sibatê de wê derxin hemberî dadger.
 
Derbarê Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Handan Karakoyun a ku li ser hesabê xwe yê medya dijîtal derbarê  kujer Onur Gencer ê ku xebatkara Rêxisitna HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kir de parvekirin kir îdaname hat amadekirin. 
 
Îdanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi îdaya "Biçûkxistina kes" û "Gel teşwîkî kîn û nefretê" kir hat amadekirin, jialiyê 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve di 28'ê Kanûna 2021'ê de hatibû qebûlkirin. Daneşîna 1'emîn a dozê dê di 3'yê Sibatê de bê dîtin.