Parêzerên Garîbeyê: Dixwazin dosyayê bigirin

  • 09:14 6 Çile 2022
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn - Marta Somek
 
STENBOL- Garîbe Gezer li girtîgehê hatibû tecawizkirin û qetilkirin. Der barê êrîşa zayendî de serlêdana sûc hatibû kirin lê biryara neşopandinê danîn ser. Parêzerên Garîbeyê diyar kirin ku ev biryareke ji teknîk û wijdana hiqûqê dûr e û dozger lêpirsînek bi alî meşandiye, dixwaze dosyayê bigire.
 
Girtiya bi navê Garîbe Gezer li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar Yek a Kandirayê ya Kacaeliyê hatibû tecawizkirin, îşkencekirin û tecrîdkirin. Garîbeyê di 9’ê Kanûnê de di hucreyê de hat qetikirin. Her wiha biryara veşariyê danîn ser lêpirsîna hatiye destpêkirin. Parêzerên Garîbeyê der barê peywirdarên girtîgehê de ji sûcên ‘êrîşa zayendî’, ‘’işkence’, ‘îhmalkirina peywirê’ der barê bijîşk Îsmaîl Ulker de jî ji sûcê ‘peywira xwe xerab bi kar aniye’ serlêdana sûc kiribûn lê ev jî bi biryara neşopandinê encam bû. Her wiha dozger tevî hemû vegotin û dîmenan îdia kir tecawiz tune ye.
 
Parêzerên Garîbeyê  xwe amade dikin ku îtîrazê biryara neşopandinê bikin û ji ajansa me re axivîn.
 
'Dosya hat veşartin'
 
Hevseroka giştî ya ÎHD’ê û parêzera Garîbeyê Eren Keskîn da zanîn ku der barê îşkence û êrîşa zayendî ya li hember Garîbeyê de serlêdana sûc kirine wê demê biryara neşopandinê tunebûye û dikaribûn xwe bigihînin dosyayê û got: "Dema Garîbeyê dijiya, dozger îfadeya wê jî negirt. Tenê sewqî tipa edlî kir. Rapora Midûriyeta Şaxa Tipa Edlî ya Kocaeliyê heye. Di wir de Garîbe şîdetê vedibêje. Piştî Garîbeyê jiyana xwe ji dest da, biryara veşariyê danîn ser dosyaya îşkenceyê. Ji me revandin. Delîl ji me veşartin. CD şikandî teslîmê me kirin. Nexwestin em xwe bigihînin tu dîmenî. Piştî mirina Garîbeyê 15 roj şûnde biryara neşopandinê dan ser dosyayê."
 
'Dixwazin dosya bê girtin'
 
Erenê daxuyakirin armanca vê ev e ku parêzer xwe negihînin delîlên der barê êrîşa zayendî û îşkenceyê û wiha pê de çû: "Dîmena dibêjin jî ji du deqeyan pêk tê. Lê Garîbe di 21’ê Gulan 24’ê Gulan û 6’ê Tîrmehê de rastî êrîşa zayendî hat. Lê ev dîmen hatin windakirin. Ev jî nîşan dide ku dozger çiqas alîgir e.Çawa biryara neşopandinê dan ser dosyaya îşkence û tecawizê dixwazin bidin ser mirina bi guman jî."
 
'Divê hewlesta serhildêr a Garîbeyê mînak bê girtin'
 
Erenê di dawiyê de wiha got: "Em ê der barê biryarê de îtîraz bikin. Ev biryar ji teknîk û wijdana hiqûqî dûr e. Ji bo delîlan ji parêzer û rayagiştî veşêrin vê dikin. Ez 30 sal in têkoşîna mafê mirovan didim. Min tu car pêvajoyeke ku evqas mafê mirovan hatiye binpêkirin nejiya. Em ê heta dawî têbikoşin. Belkî Garîbeyê jiyana xwe ji dest da lê  hîna jî hinek tiştan fêrî me dike. Divê jin vê helwesta serhildêr a Garîbeyê mînak bigirin."
 
'Daxwazên wê nehatin cih ode da ber agir'
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OH) Veysî Eskî ku parêzerê malbata Garîbeyê ye jî bertek nîşanê biryara neşopandinê ya li ser dosya êrîşa zayendî da û got: "Garîbeyê di meha gulanê de surgunê girtîgeha Kandirayê hat kirin û di odeya yek kesî de hat girtin. Daxwazname da xwest biçe cem hevalên xwe. Lê destûr nedanê. Îdareya girtîgehê daxwazname red kirin û bersiv nedanê. Garîbeyê li ser vê çalakiyên cuda pêk anî. Li deriyan xist, greva birçîbûnê kir lê daxwaz neanîn cih. Her tim ji ber vê cezayên dîsîplînê hatin dayîn. Li ser vê Garîbeyê odeya xwe da ber agir. Piştre Garîbeyê dibin odeya bi sunger."
 
'Garîbeyê tenê hat hiştin'
 
Veysî daxuyakirin ku Garîbe di îfadeya daye Saziya Tipa Edlî de dibêje, gardiyanên mêr lêgerîna tazî li wê ferz kirine û gardiyanên jin jî ew birine odeya bi sunger û li wir tecawizê wê kirine û ev tişt daxuyand: "Parêzeran li ser vê serlêdana sûc kirine. Dozgeriyê li Garîbeyê ji sûcê ‘zirar daye mal’ lêpirsîn da destpêkirin. Garîbe ji dozgeriya komarê re dibêje  êrîşa zayendî lê hatiye kirin lê dozgerî tu tiştekî nake. Garîbeyê di îfadeya xwe de dibêje êrîşa zayendî lê hatiye kirin. Ev sûcekî giran e. Li cihekî ku di bin çavderiya dewletê de ev tê kirin. Behsa peywirdarên dewletê tê kirin. Lê dozger tu tiştekî nake. Li şûna mirinê lêpirsîn bike ew li pey reşkirina delîlan e. Hewl didin mijara êrîşa zayendî bigirin. Ji ber vê jî biryara neşopandinê didin ser dosyayê."
 
'Wê nikaribin dosyayê bigirin'
 
Veysî destnîşan kir ku  hevdîtina ku Garîbeyê bi xwişka xwe re kiriye jî di dosyayê de heye û wiha got: "Di guhdarkirinên îdareyê de derketiye holê. Jinek ji xwişka xwe re êrîşa zayendî vedibêje. Tevî vê biryara neşopandinê tê dayîn. Ev rewşeke fecaat e. Em ê der barê miajrê de îtîrazên xwe bikin. Lê mudaxaleyeke jî mijara gotinê ye. Malbata Garîbeyê banga edeletê dike. Dxwaza malbatê ev e ku kesên berpirsê mirina Garîbeyê bi destê darazê bên darizandin û hesab bidin. Em bawer dikin ku wê rojekê edelet pêk bê û bi tu awayî wê nikaribin dosyayê bigirin."