Dê di Doza Sereke ya KCK'ê de mutala bê amadekirin

  • 15:18 23 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Tayip Temel jî di nav de bi tevahî 36 kesên ji Doza Sereke ya KCK'ê tên darizandin hat dîtin. Biryar hat dayîn ji bo mutala were amadekirin dosye ji bo dozgeriyê were şandin. 
 
Ji Doza Sereke ya KCK’ê 154 siyasetmedarên kurd dihatin darizandin. Dadgeha Bilind cezayê 118 siyasetmedaran erê kiribû û derbarê 36 siyasetmedaran de jî biryara xerakirina ceza dabû. Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Pero Dundar jî di nav van 36 siyasetmedaran de ne. Doz ji nû ve tê dîtin. Danişîna sêyemîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parlamenter Pero Dundar û siyasetmedar Alî Oruç û parêzerên dozê beşdarî danişînê bûn. 
 
'Ev dozeke komployê ye'
 
Di danişînê de Pero Dundar bi rêya wergêr parastina xwe bi kurdî kir. Pero destnîşan kir ku dozên KCK’ê li dijî siyasetmedarên kurd dozek komployê ye, ew beyanên ku şahidên nepen li ser wan dane qebûl nakin û xwest ji dozê were beraetkirin. 
 
Alî Orûç jî bi rêya wergêr parastina xwe bi kurdî kir. Alî destnîşan kir ku ew beyanên şahidê navê wî eşkere û nepen qebûl nake û xwest were beraetkirin. 
 
Parêzer jî axivîn û xwestin kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin û miwekîlên wan bên beraetkirin. Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo amadekirina mutalaya derbarê dozê de dosye ji dozger re were şandin û danîşinek din taloqî 5’ê nîsana 2022’yan kir. 
 
 
 
 
 

Etîketan:

doz