Daraza mêr dîsa mêr bi xelat kir: Bersûcê tecawizê hat beratkirin!

  • 15:44 22 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Di 4'emîn rûniştina Osman Ç. ê ku tecawizî biraziya xwe kiribû de darazê Osman Ç. bi beratkirinê bi xelat kir. 
 
Z.Ç. ya 17 salî di tîrmeha 2020’î de ji Swîsreyê ji bo serdana xizmên xwe hat navçeya Qosera Mêrdînê. Osman Ç. dest dirêjî biraziya xwe kir. Derbarê Osman Ç. de ji sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” doz hat vekirin. Rûniştina çaremîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Osman Ç. ê negirtî tê darizandin beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerê bersûc jî beşdarî danişînê nebû û parêzerên Z.Ç. di danişînê de amade bûn.
 
Dozger mutalaya xwe ya di danişînek beriya vêya de ku eşkere kiribû dubare kir û xwest bersûc ji sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” bi cezayê muebetê were cezakirin. 
  
Parêzerên Z.Ç. jî xwestin bersûc were cezakirin. Dadgehê piştî navberek kin bi îdiaya “sûc ne sabît e” û “têrnekirina delîlan” derbarê bersûc Osman Ç. de biryara beraetê da. 
  
Ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê Dîlan Koç ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbarê dozê de axivî û destnîşan kir ku li gel delîl hebûn jî dadgehê biryara beraetê da û ew biryara dadger bi xemgînî û hersek mezin pêşwazî dikin. Dîlan da zanîn ku ev biryar derbarê gelek dozên wiha de tê dayîn û tu zarokek ne di ewlehiyê de ye.