Îdîanameya gumanbarê ku got 'Ez poşman im' hat amadekirin

  • 09:01 22 Kanûn 2021
  • Hiqûq
Hîkmet Tunç
 
WAN - Li Erdîşê der barê Erdal Işikçi yê derket holê ku Multazim Işikçik ku hatibû îdia kirin ku întîhar kiriye de, ji sûcê ‘ji qestî hevjîna xwe kuştiye’ îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de di îfadeyên cih girtin de derket holê ku Multazim her tim şîdeta sîstematîk dîtiye.
 
Li navçeya Erdîşa Wanê li taxa Selimiye di 24’ê nîsanê de jina bi navê Multazim Işik ji aliyê Erdal Işikçi yê pê re zewicandî ve bi çekê hat qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê der barê gumanbar de îdianame amade kir. Der barê mirina ku ewil hat îdiakirin ku întîhare, ji sûcê ‘ji qestî hevjîna xwe  kuştiye’ îdianame hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê ve hat qebûlkirin.
 
Di lêpirsîna ji aliyê serdozgeriyê ve hat amade kirin de îfadeya gumanbar hat girtin û gumanbar Erdal Işikçi roja bûyerê îdia kir ku întîxare û  Multazim bi qezayê jiyana xwe ji dest daye.
 
Hinceta qetilkirinê ‘sînîr’!
 
Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsînê de di 5’ê mijdarê de îdianameya hat amadekirin de hat diyar kirin ku roja bûyerê Erdal Işikçi bi Multazimê re nîqaş dike, di encama nîqaşê de hêrs  gumanbar hêrs dibe û bi çeka li malê guleyê direşîne û tevî hemû mudaxaleyan maktulê jiyana xwe ji dest daye û di otopsiyê de ji sedema mirinê guleya hatiye reşandinê ye.
 
‘Hevjînê min çek girt wê min bikuje’
 
Di îdianamaya hat amade kirin de îfadeya dayika Multazimê, Hanim Vural ku di heman demê de cîrana wê ye, diyar kir ku keça wê her tim şîdeta fîzîkî û psîkolojîk dîtiye, hevjînê wê  çek hefteyek beriya qetilkirina wê girtiye. Hanimê her wiha diyar kiriye ku  keça wê hefteyek berê jê re gotiye ‘hevjînê min çend roj berê çek girtiye. Wê min bikuje ez ditirsim’. Hanimê di îfadeyê de got gumanbar çawa çek girtiye bi şev derketiye talîma avêtina guleyan. Hanimê di îfadeya xwe de der barê gumanbar de gilî kir.
 
Xwest serê bûyerê bigire
 
Gumanbar Erdal Işikçi yê hat binçavkirin di îfadeya xwe de diyar kiriye ku roja bûyerê nîqaş kirine û îdia kir ku bi qezayê Multazim hatiye qetilkirin. Gumanbar bi gotinên ‘ez poşmanim’ parastina xwe kir û îdia kir ku şîdet nekiriye. 
 
Di rapora 25’ê nîsanê ya Lêkolîna Cihê Bûyerê de ya ket îdianameyê hat gotin ku hatiye tespîtkirin ku çek hatiye dîtin û sûcê kuştinê sabîte.
 
Dîroka rûniştinê diyar bû
 
Îdianameya ji sûcê ‘ji qestî hevjîna xwe kuştiye' di 5’ê mijdarê de ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê ve hat qebûlkirin. Gumanbar Erdal Işikçi di 1’ê sibata 2022’yan de wê derkeve pêşberî dadger.