Li Nurhayat Altun cezayê girtîgehê hat birîn

  • 16:54 21 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
DÊRSIM - Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn ku ji ser peywirê hat girtin, bi 10 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
 
Piştî ku Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê cezayê ku li Nurhayat Altûn a ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wekî Hevşaredara Dêrsimê hatibû hilbijartin û di sala 2016’an de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, betal kir, doz ji nû de hat dîtin. Doza ku ji ber îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve der barê têkiliya nameşandinê di navbera jinên siyasetmedar ên kurd li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê bi dosyayê re nehatibû amadekirin ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat betalkirin, li 1'emîn Dadgeha Cezayê giran a Dêrsimê hat dîtin.  
 
Nûrhayat Altûn bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmen ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê beşdarî rûniştina dozê bû. Parêzer Reyhan Yalçindag, Mesût Beştaş û Bariş Yildirim jî di rûniştina dozê de amade bûn.
 
Nurhayat diyar kir ku doza li hemberî wê doza ji bo tolhildanê ye.
 
Heyeta dadgehê di biryarê de israr kir û bi îdîaay "endametiya rêxistinê" 10 sal cezayê girtîgehê li Nûrhayat Altûn birî.