Di doza Ozgur Gundemê de 22 rojnamegeran berat kirin

  • 13:45 21 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - 22 rojnamegerên ku bi serdegirtina Ozgur Gundemê hatibûn binçavkirin û ji ber sûcê "Li dijî polîsan derketine" û "Heqaret" doz li wan hatibûn vekirin, berat kirin. 
 
Di meha tebaxa 2016’an de polîsan bi ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin de girtibûn. Bi îdiaya ku 22 rojnameger "Li dijî polîsan derketine" 5 sal in dihat darizandin. Danişîna biryarê ya doza rojnamevanan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamevan beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan Ozcan Kiliç, Cemal Polat, Sercan Korkmaz û Oya Oznûr di danişînê de amade bûn. 
 
Parêzeran di danişînê de parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin werin beraetkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran nirxand û bi hêceta ku delîlên rojnamevan werin cezakirin têrê nakin û rojnamevanan sûc nekiriye biryara beraetê da. Her wiha dadgehê biryar da ku materyalên dîjîtal ên rojnamegeran ku 5 sal in hatine desteserkirin li wan werin zivirandin.