'Dosyayên cenazeyên Garzanê li Dadgeha Destûra Bingehîn tê rawestandin'

  • 10:27 18 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - 4 sal in cenaze ji Goristana Garzanê hatin derxistin, ji 282 cenazeyan tenê 22 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin. Parêzer Elîf Taşdogen got: “Êrîşa li dijî miriyan, bi rengekî êrîşa li hemberî malbatan e. Dibêjin hûn şînê nagirin, cenazê xwe wek mirovan defin nakin, tê xwestin ku manewiyatê ji holê rakin. Lê di hiqûqê de cih û pênaseya wê nîne."
 
Di 19'ê Kanûna 2017'an de li Goristana Garzanê ya taxa Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenaze bêyî agahiyê bidin malbatan hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK), piştre li peyarêyên Kilyosê hatin definkirin. Heta niha 85 malbatên ku xwestin cenazeyên xwe bigirin nimûneyên DNA’yê dane ATK’ê û heta niha tenê 22 cenaze radestî malbatên wan hatine kirin. Ji bo 261 cenazeyan heta niha serlêdan nehatiye kirin.
 
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Elîf Taşdogen, der barê geşedanên 4 salên dawî yên piştî cenaze ji Goristana Garzanê hatin derxistin de axivî û diyar kir ku tu pênaseya hiqûqî ya bûyeran nîne.
 
'Dema cenaz birini agahî nedan tu kesî'
 
Elîf, anî ziman ku parêzer û malbat bi tesadufî hîn bûne ku cenaze di 19'ê Kanûna 2017'an de ji Goristana Garzan a taxa Oleka Jor a Bedlîsê hatine derxistin û wiha got: "Gorên li wir ji berê de gorên bi destûra definkirinê hebûn. Bi gotineke din, goristanek ji nişka ve nehat afirandin. Destûra definkirinê ji saziyên fermî hatin girtin û cenaze li wir hatin definkirin. Piştî demek dirêj cenaze li vir birine, lê agahiya me tunebû ku birine li ku. Em bi nûçeyan hînbûn ku cenazeyan birîne Goristana Kilyosê. Weke parêzerên OHD'ê em çûn wir û me rapora xwe ya çavdêriyê amade kir. Dema em çûn goristanê ligel cih heyî cenazeyên di bin peyarê de hatine veşartin. Xebatkarek ji me re got cenazeyên ku ji Garzanê anîn li vir hatine defînkirin. Lê me bawer nekir" 
 
'Me serlêdanên sûc kir lê bê encam man'
 
Elîfê anî ziman ku li ser navê OHD'ê û malbatekê bi hinceta "Heqaret li bîranîna kesekî kirine" û dîsa jî ji ber "Zirar dane îbadetxane û goristanan" 2 serlêdanên sûc kirine, lê biryara neşopandinê hatin dayîn. Elîf wiha bi lêv kir: "Piştî vê biryarê me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Lê giliyên me yên sûc jî li wir tên ragirtin. Ger em encama ku em ji Dadgeha Destûra Bingehîn negirin em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."
 
'Tirkiye guh nade peymanan'
 
Elîfê bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye sûcekî qanûnî kiriye û got ku Tirkiye guh nade peymanên ku ew alîgirê wan e. Elîfê wiha berdewam kir: “Heke hûn alîgirê peymanê bin divê hûn erkên wê bi cih bînin. Tevî ku ti rêziknameyên taybetî yên ji bo veşartinê nînin, peymanên me yên navneteweyî hene, peymanên ku em alîgirê wan in û qanûnên me yên vê mijarê hene, divê ev bên bicihanîn. Wek mînak li gorî xala 2'yan a zagona bi hejmara 3998'an a parastina goristanan; Tê gotin ku 'gor nayên xerakirin, hilweşandin û qirêjkirin'. Di pêşgotina Destûra Bingehîn de rûmeta mirovan, di xala 17’an de qedexekirina îşkence û di xala 20’an de jî parastina jiyana taybet hatiye binavkirin. Qanûn û peymanên nerasterast bi rêkûpêk hene ku em alîgirê wan in. Bi kirinên ne rewa, wan pûç û betal dihesibînin. Ger hûn tevnegerin, divê hûn berdêla binpêkirina mafan bidin. Em di wê baweriyê de ne ku dê li dijî Tirkiyeyê biryarên hiqûqî bên dayîn ji ber ku em her tim serlêdanên hiqûqî dikin.”
 
'Tenê 22 cenaze radestî malbatan kirin'
 
Elîfê da zanîn ku 85 malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin serlêdan kirin lê belê tenê 22 cenaze radestî malbatên wan hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibe ku ew kes êdî serlêdanê neke da ku li wir bi tenê bimîne. Ji ber ku malbatên serlêdan kirine heman êş tim û tim jiyane. Naxwazin heman tişt carek din bê serê wan û serê cenazeyên wan. Di qanûnên şer de jî, dema ku kesek dimire, ji ber ku tu têkiliya wan bi şer re tune ye, ji bo ku erkên xwe yên olî bi cih bînin û binax bikin, dem diafirînin. Lê niha em behsa tiştên ku di hefteya mafên mirovan de li miriyan hatiye kirin, ev wêneyek pir xemgîn e." 
 
Cenazeyên di nav sindokan de...
 
Elîfê anî ziman ku di her warî de êrîşeke dorpêçkirî heye û got: “Êrîşa li dijî miriyan, bi rengekî êrîşa li hemberî malbatan e. Dibêjin hûn şîna malbatê negirin, cenazê xwe wek mirovan defin nekin, tê xwestin ku manewî ji holê rabe. Di hiqûqê de cih û pênaseya wê nîne. Dema ku me dît dayik zarokên di nav wan sindoqan de birin, em gelek bi bandor bûn ligel her tiştî dayik hewl didin ku ji bo zarokên xwe ser piyan bimînin."