Di daneşîna Leyla Guven de daxwaza redkirina dager

  • 16:08 15 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Di daneşîna Doza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de parêzerê wê Serdar Çelebî, diyar kir ku dadgehê aliyê xwe diyar kiriye û daxwaza redkirina dadger kir. 
 
1'emîn rûniştina doza der barê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Leyla ji Girtîgeha Jinan a Tîpa E ya Xerpêtê rêya pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû parêzerê wê Serdar Çelebî jî li daneşînê amade bû.
 
Heyeta dadgehê di çarçoveya 25’ê Mijdara 2019’an Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de biryara ku Leylayê di 14-15’ê Tîrmeha 2019’an û dîsa di 2019’an de li Amed ji TEM’ê re muzakere kiribû, dosyayên li Dadgehên Cezayê Giran ê ku li Riha, Colemêrg, Enqere û Wanê ne muzakere kiribûn bersivên wan hatine. Her wiha heyeta dadgehê diyar kir ku rapora pispor a der barê axaftina Leylayê ya bi kurdî de nehatiye girtin û ji bo biryara ku li parlamentoyê parlamenterî kiriye anî jî na muzakereya hatiye şandin nehatiye bersivandin.  
 
'Dadgehê helwesta xwe eşkere kir'
 
Parêzer Serdar Çelebî di parastina xwe de bal kişand ser wê yekê ku muwekîla wî kesekî naskirî ye, derbarê dosyayek ku di sala 2018’an de hatiye dîtin de doz hatiye vekirin û der barê wê de ceza hatiye dayîn. Serdar got, “Pêvajoya me ya îtirazê didome. Di mijara muwekîlê de ji aliyê serokê dadgehê û dadgerê endam ve nirxandinek hatiye kirin. Li gorî me dadgehê di dosyeya dozê de aliyê xwe yê li hemberî kesayetiya muwekîlê eşkere kiriye. Lewma em daxwaza redkirina serokê dadgehê û dadgerê endam dikin. Li vir nirxandinek kesane heye. Di vê çarçoveyê de em serlêdana xwe pêşkêş dikin ku bikin dosyayê.."
 
Dazger jî îda kir ku daxwaza redkirinê ya parêzer bê bingeh e û daxwaza wî ya redkirina dadger red kir.
 
Heyeta Dadgehê piştî navbereke kurt diyar kir ku daxwaza parêzer a redkirina dadger piştî pêvajoya îtîrazê bi dawî bibe wê biryar bê dayîn  û daneşîn taloqî 9'ê Sibata 2022'yan kir.