Doza qirkirina malbata Dedeogkullari dest pê kir

  • 11:29 14 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
KONYA - Daneşîna doza ku Mehmet Altun ê ku li naçeya Meramê ya Konyayê malbata kurd Dedeogullari di qirkirinê re derbas kir û malbata Keleş û Çalik ku jê tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê dest pê kir.  Beriya dozê ji rojnameger û şopdarên dozê re qedexeya kompîtur û telefonê anîn. 
 
Daneşîna doza ku Mehmet Altun ê ku li naçeya Meramê ya Konyayê di 30'ê Tîrmehê de malbata kurd a ji Qersê Dedeogullari di qirkirinê re derbas kir û malbata Keleş û Çalik ku jê tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê dest pê kir.  Parêzerên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP, Serokên baroyên Amed, Enqere, Wan, Mêrdîn û Şirnexê, nûnerên baroya Riha û Êlihê, Parêzerên endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD),  Komeleya Hiqûqnasên ji Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Yeiktiya Baroyên Tirkiyeyê û ji Konya û navçeyên wê jî gelek kes tevli daneşînê bûn.  Kiryar Mehmet Altun ji girtîgeha lê dima bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû û ji bersûcdan 5 kesên ku negirtî tên darizandin jî li daneşînê amade bûn.  
 
Qedexeya komputer û telefonê ji bo rojnamegeran
 
Beriya rûniştina dozê gelek polîs di ketin û derketina derî û pêşiya Edliyeya Konyayê de bi cih bûn. Kesên ku xwestin bikevin edliyeyê bi sepana Berhevkirina Agahiyên Giştî (GBT) girtin salonê. Li salona ku dê danişîn lê pêk bihata li ser rojnameger û temaşevanan qedexeya bikaranîna kompîtur û telefonan hat danîn. Rojnamegerên li derve li bendê man li edliyeyê destûr nehat dayîn ku weşanê bikin. Ji ber zêdebûn tevlîbûnê doz birin Salona Konferansê.
 
Daxwaza tevlêbûnê ji baroyan
 
Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir de xizmên malbatê xwestin tevlî dozê bibin. Di danişînê de yek ji ferdên malbatê ku bertek nîşanî bersûcên ku li xizmên malbata qetilkirî dinêrî, bi vê hincetê ji salonê hat derxistin.
 
Serokên baroyan jî gotin, “Me got ji ber gotinên nefretê dê êrîşên nijadperestî çêbibin û ev wêneyê hovane derket pêşberî me. Ji ber binpêkirina mafê jiyanê em daxwaza tevlîbûnê dikin.
 
TBB: Bila rastiya madî derkeve holê
 
Piştre li ser navê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Parêzer Alî Bayram mafê axaftinê girt û got, “TBB saziya mafan e, sîwana baroyan e. Rêveberiya Baroyê ya ku nû hatiye hilbijartin, destnîşan kir ku tu baroyan tenê nehêle. Ji bo eşkerekirina rastiya maddî em daxwaza beşdarbûnê dikin.”
 
Rûniştina dozê bi daxwazên tevlêbûnê dewam dike.