Cezayê girtîgehê li endama Komeleya Rosayê Panayir Çelik hat birîn

  • 15:20 13 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" Endama Komeleya Jinê ya Rosayê Panayir Çelik ji doza dihat darizandin 6 sal û 3 meh ceza xwar. 
 
Rûniştina doza Endama Komeleya Jinê ya Rosayê Panayir Çelik bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de Panayir a berdayî tê darizandin û parêzerê wê Yusuf Çakas amade bûn.
 
Meqama îddiayê diyar kir ku ew mutalaya xwe ya sala berê dubare dike. Panayirê parastinên xwe yên berê dubare kir û berata xwe xwest. 
 
Dadgehê bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sali û 3 meh cezayê girtîgehê li Panayirê birî.