Ji Rojnameger Dûrket Suren ceza hat xwestin

  • 12:07 13 Kanûn 2021
  • Hiqûq
AMED - Di rûniştina Rojnameger Dûrket Suren de dozger ji sûcê "propagandaya rêxistinê"ceza xwest. 
 
Rûniştina 8'emîn a doza bi hêcetên parvekirinên twîtterê, belavkirina hejmarên qedexe yên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê, bi îdiayên “bi dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” û “propagandaya rêxistinê” derbarê Rojnameger Dûrket Suren hatiye vekirin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina ku Dûrketê tevlî nebûyî de parêzerên wê amade bûn. 
 
Dozgerê ku mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir, bi hêceta “alîkariya rêxistinê kirinê” beraet, ji “propagandaya rêxistinê” jî ji 10 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest. 
 
Rûniştin hat taloqkirin
 
Şandeya Dadgehê, ji bo parêzerên Dûrketê li dijî mutalaayê parastinê bikin dem da wan û rûniştin taloqî 21’ê Sibata 2022’yan kir.