Der barê gumanbarê ku hewl da Nurcan Kaplan qetil bike de îdianame

  • 09:02 13 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Der barê Tarik Kaplan ku hewl da Nurcan Kaplan a di asta destberdanê de bû û dayika wê Nezîre Demîr qetil bike, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianame hat amadekirin.
 
Li taxa Şehîtlîkê ya Yenîşehîr a Amedê, Tarik Kaplan di meha Heziranê de li hember Nurcan Kaplan ya ku pê re di asta destberdanê de bû, êrîşa çekdarî pêk anî. Gumanbar Nurcan û dayika wê birîndar kir û ji cihê bûyerê reviya. Gumanbar di 17’ê Tîrmehê de hat binçavkirin û ji aliyê 5’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Amedê ve hat girtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê gumanbar Tarik Kaplan de ji sûcên ‘Ji qestî teşebuskirina kuştina hevjînê’ û ‘bi çekê bi qestî bi giranî birîndarkirinê’ îdianame amade kir.
 
Dozger cuda cuda ceza xwest
 
Di îdianameya ku bûyer hat vegotin de, hat diyarkirn ku Nurcan û Nezîreyê der barê gumanbar de gilî kirine û li gorî raporên dermankirina edlî, di hestiyan de şikestin hatiye dîtin û birîndakirin jî giran bûye. Di îdianameyê de wiha hat gotin: “Gumanbar Tarik Kaplan her çiqas bêje ku bi qesta kuştinê bi qesta birîndarkirinê gule reşandiye jî dîmenên dema bûyerê hatine lêkolînkirin. Gumanbar bûyera mijara gotinê pêk aniye, îfadeyên şahid piştrast bûne û îfadeya şahid li gorî rapora dermankirina edlî, di cih de hatiye dîtin. Gumanbar Tarik Kaplan piştre êrîşê Nazîreyê kiriye û di destê Nezîreyê de jî alaveke bi armanca êrîş an jî parastinê tune bûye, gumanbar gotiye ne bi armanca kuştinê bi armanca seqethiştinê birîndar kiriye. Ev hatine nirxandin û hatiye tespîtkirin ku gumanbar sûcê ‘ji qestî birîndarkirina giran’ kiriye û her wiha bi çekê êrîşî Nurcanê kiriye û xwestiye wê bikuje.”
 
Dozger di îdianameya amade kir de der barê gumanbar Tarik Kaplan de ji sûcên ‘Bi qest kuştina hevjînê’ û ‘bi çekê bi qesta bi giranî birîndarkirinê’ îdianame amade kir û cuda cuda ceza xwest.
 
Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û runiştina yekem wê di 23’ê Adara 2022’an de bê dîtinê.