Di Doza Kobanê de rojnameger wekî temaşevan girtin eywanê

  • 14:21 10 Kanûn 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Di Doza Kobanê de kompitur û telefonên rojnamegeran ji wan hatin girtin û rojnameger wekî temaşevan girtin eywana rûniştinê.
 
Piştî 6 sal ji ber bûyerên dema Serhildana Kobanê ya sala 2014'an de ku li dijî êrişên DAIŞ'ê yên ser Kobanê hatibûn kirin, hevserokên giştî yên berê û endamên Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî bi giştî derbarê 108 siyasetmedaran de doz hatibû vekirin. 7'emîn danişîna dozê li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Bi hinceta ku qertên wan ên çapameniyê tune ye, polisan xwest rojnamegeran negirin eywana danişînê, lê piştre bi şertê ku kompitur û telefonanên xwe deynin wan derbasî eywana danişînê kirin. 
 
Danişîna ku diviya saet di 09.00'an de dest pê kirina ji ber derenghatina heyeta dadgehê 2 saet û nîv dereng dest pê kir. Siyasetmedar û parêzer tevlî danişînê nebûn, lê polis û leşker eywan tije kirin. Careke din daxwazên siyasetmedar û parêzerên wan ên ji bo vedora danişînê nehatin qebûlkirin. Heyeta dadgehê rexmî ku 2 saet û nîv dereng ma jî 3 saet nav ber da danişînê. 
 

Etîketan:

kobanê doz