Doza tezmînata welatiyên hatine qetilkirin di 24’ê Çileyê de ye

  • 09:11 10 Kanûn 2021
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li malbata Fîkrî Demîrbaş ku di 2017’an de wesayîta zirxî li wesayita wî qelibî û bi kesên di wesayitê debûn re  jiyana xwe ji dest da, bi hinceta ‘wesayîta zirxî zirar dîtiye’ doza tezmînatê ya 250 hezar Euro hat vekirin û doz wê di 24’ê Çileyê 2022’an de bê dîtin.
 
Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li ser riya Amed-Çewlîkê, wesayîta zirxî li wesayîtekê xistibû û kesên di wesayîtê de hatin qetilkirin. Li ser vê wezareta karê hundir li malbata ajokarê wesayîtê Fîkrî Demîrbaş ku hat qetilkirin, bi îdiaya ‘zirar daye wesayîtê’ doza tezmînatê ya 250 hezar Euro (2 milyon 669 hezar û 487,14 TL) doz vekir û di 2019’an de îhtarname şand ji malbatê re.  Wezaretê bi armanca malbatê pere nedaye, serî li 3’emîn Dadgeriya Hiqûqê ya Sulh da û doza tezmînatê vekir. Di daxwaznameyê de hat gotin ku ajokarê wesayîta sivîl Fîkrî Demîrbaş şerît îhlal kiriye û ji ber vê qeza pêk hatiye û Fîkrî Demîrbaş bi qusur hat dîtin.
 
Li malbatê doz
 
Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Wesayîta aydê saziya me pert (tam xesar) dîtiye.  Wesayîta me ya nû 350.000.00 Euro ye û  ji rewşa bihayê bi zirar 100.000.00 Euroye ketiye. Di vê rewşê de zirara wê 250.000.00 Euro ye.  Di dosya hejmar 2017-31 D ya 2’emîn Dadgeha Hiqûqa Sul a Amedê 581.80 TL avansa lêçûnê hatiye razandin û bi giştî 250.000.00 + 581,80 TL zirara cemawerî hatiye tespîtkirin.” Her wiha hat gotin ku malbatê ji 2019’an de ye tu pere ranezandiye. 
 
Dadgehê qebûl kir
 
3’emîn Dadgeha Hiqûqî ya Asliye ya Amedê ku doz qebûl kir, li dijî doza hatiye vekirin ji bo parastina bi nivîskî bikin, nivîs şandin ji malbatê re.  Dadgehê biryar da ku ji bo rewşa aborî- civaki ya malbatê bê lêkolînkirin nivîs ji Midûriyeta Emniyeta Amedê re bê nivîsin;  qeyda trafîkê ya wesayîta plata 21 DH 918  ya ku wesayîta zirxî pelçiqandiye bê girtin û di dîroka 20’ê Hezîrana 2017’an de li ser navê kê qeydkiriye.
 
Dadgehê biryara ku doz bi runiştinê bê dîtin da. Dadgehe diyar kir ku divê her du alî di 24’ê Çileyê 2022’an de di runiştinê de amade bin.