Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin

  • 13:09 9 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di Doza Kobanê ku siyasetmedar û parêzer tevlî nabin û rojnameger tên astengkirin de daxwaz û hincet careke din hatin redkirin. 
 
Rûniştina 8'emîn a danişîna 7’emîn a Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên berê yên HDP'ê û endamên MYK'a wê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Bi hinceta ku qertên wan ên çapameniyê tune ye şopandina rojnamegeran a danişînê hat astengkirin. Dîsa siyasetmedar û parêzerên ku ji ber daxwazên wan ên derbarê vedora danişînê de nayên qebûlkirin, tevlî danişînê nebûn.  
 
Sadettin Yûvanç ku li Girtîgeha Hejmar 3 a Tîpa T a Tarsûsê tê girtin û Bedriye Saka Balci ku dihat payîn îfadeyê wan bê girtin hincet ragihandin û tevlî danişînê nebûn. 
 
Danişîn li eywana ku leşker û polisan têje kiribû berdewam kir.
 
Heyeta dadgehê li ser daxwaza dozger careke din daxwazên siyasetmedar û parêzeran red kir û biryar da ku danişînê sibê bê domandin. 
 

Etîketan:

kobanê doz