Polîsê ku Helîn Şen qetil kir, runiştina wî di sibatê de ye

  • 09:09 9 Kanûn 2021
  • Hiqûq
AMED- Runiştina polîsê ku li Sûrê Helîn Hasret Şen qetil kir, di 1’ê Sibata 2022’an de li Amedê wê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin.
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di dema qedexeyên derketina derve de di 12’ê cotmeha 2015’an de zaroka bi navê Helîn Hasret Şen ya ji bo nan bigire derket derve bi guleya ji wesayîta zirxî ya kobra hat qetilkirin û der barê polîs Abdullah E. de ji sûcê ‘bûye sedema mirinê’ doz hat vekirin.  Di dozê de biryara rawestandina darizandinê hatibû dayîn lê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê îtîrazî biryarê kiribû û îtîraz hatibû redkirin.
 
Doz ji cihê maye wê bidome
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun da zanîn ku ji bo doza Hasret Helîn Şen ku komeleya wan dişopîne, Walîtiya Amedê der barê polîsê gumanbar de destura lêpirsînê daye û darizandina polîsê gumanbar wê li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji cihê maye bidome.
 
Dadgehê diyar kir ku  bi biryara hejmar 2021/21 a dîroka 9’ê Sibata 2021'ê Walîtiya Amedê re der barê gumanbar de destura lêpirsînê hatiye dayîn û der barê biryarê de dosya hatiye lêkolînkirin.
 
Ji bo dozê dîrok hat diyarkirin
 
Runiştina doza der barê polîsê gumanbar de wê di 1’ê Sibata 2022’an de bê dîtin. Hat diyarkirin ku divê roja runiştinê şahid amade bin, kifş bê kirin an jî rapora kesê dizane bê girtin û piştî hemû delîl hatin komkirin wê bê nirxandin.