Doza Aktivîsta TJA'yê Figen Ekti ya hat dîtin, hat xistin

  • 13:44 8 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Doza ku Aktivîsta TJA'yê Figen Ekti jê dihat darizandin ji ber berê jî ji heman dosyayê hatiye darizandin ji aliyê dadgehê ve hat xistin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinê ya Rosayê de bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" doz li aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Figen Ekti hatibû vekirin. Rûniştina dozê ya 6'emîn li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Figenê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Figenê Mehmet Oner û Gulşen Ozbek li rûniştinê amade bûn. 
 
Di dosyaya dozê de îfadeya şahida vekirî Hicran Berna Ayverdi cih digirt. 
 
Şandeya dadgehê da zanîn ku Figenê ji van sûcên niha, berê jî hatibû darizandin û hatiye beratkirin û biryara xistina dosyayê da.