Cezayê girtîgehê li rojnameger Gulşen Koçuk hate birîn

  • 12:15 8 Kanûn 2021
  • Hiqûq
AMED - Rojnameger Gulşen Koçuk di doza ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Derbarê edîtora ajansa me Gulşen Koçuk de bi hinceta "Propagandaya rêxistinê dike" doz hatibû vekirin. 1'emîn danişîna dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gulşen û parêzer Resûl Temûr di danişînê de amade bûn.
 
Edîtora me Gulşen ji ber parvekirinên medyaya dijîtal a salên 2016'an hat darizandin. Gulşen di danişînê de îdiayên ku hatî kirin red kir. Parêzer Resûl jî îdiayên ku hatî kirin red kir û da zanîn ku parvekirinên ku hatî kirin di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de hatiye kirin û şîdetê teşwîq nake, ji ber vê sedemê jî daxwaza beraetê kir. 
 
Heyeda Dadgehê bi hinceta "Propagandaya rêxistinê dike" salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Gulşenê birî.