Îfadeyên şahidên veşarî bû hinceta daxwaza girtinê

  • 09:04 8 Kanûn 2021
  • Hiqûq
AMED - Der barê endama Komeleya Jinan a Rosa û Meclîsa Şaredariya Baglarê Panayir Çelîk de, dozger bi hinceta ‘endama rêxistinê ye’ 15 sal ceza xwest.
 
Li Amedê di 20’ê Tîrmeha 2020’î de polîsan bi ser mala endama Meclîsa Şaredariya Baglar û Komeleya Jinan a Rosayê, Panayir Çelîk de girtin û binçav kirin. Panayira ku derxistin dadgehê hat berdan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Panayir Çelîk de bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ îdianame amade kir.
 
Di îdianameyê de, tevlîbûna daxuyaniyên çapemeniyê, protestokirina qeyûman a ji bo şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tevlibûna sersaxiyan, tevlîbûna bîranîna 6 siyasetmedarên jin ên kurd ên li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin, sûc hat hesibandin.
 
Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
 
Rûniştina Panayirê di 6’ê Kanûnê de hat dîtin û dozger mutalaya xwe pêşkêş kir. Dozger der barê Panayirê de ji ber îfadeyên şahidê veşartî, endamtiya wê ya Komeleya Jinan a Rosa, TJA, KJA û KCD’ê bi sûcdariya ‘ endamtiya rêxistinê’ ji 7 salan heta 15 salan ceza xwest.
 
Rûniştina biryarê ya doza der barê Panayirê de wê di 13’ê Kanûnê de bê dîtin.